Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin 2021-07-31 17:01:39   KONYA  - Cenazeyên 7 kesên li navçeya Meram hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû tên definkirin.    Cenazeyên 4 jin 7 kesên li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê tên definkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Konyayê Abdullatîf Şener beşdarî merasîma cenazeyan bûn.   Piştî wacîbeyên olî wê cenaze bên definkirin. Xizmên malbata 7 ferdên wê hatin qetilkirin, li goristanê di lorînin û zêmaran berz dikin.