Dewleta Tirk 2 jin ji Girê Spî revandin

  • 12:40 25 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta tirk 2 jin ji Girê Spî revandine.
 
Çavkaniyeke herêmî ragihand ku istîxbarata dewleta tirk bajarokên Silok û Turkman ên kantona Girê Spî dorpêç kir û piştre welatiya bi navê Emîne El-Hebîb a Ereb ji bajarokê Silokê, her wiha welatiya bi navê Ebîr Hisên El -Îsa ji bajarokê Turkman a kantonê, revandine.
 
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên dagirker herdu jinên revandin, birin baregeheke leşkerî ya dewleta tirk a li Girê Spî  û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
 
Çavkaniyên herêmî ji ajansa ANHA'yê re eşkere kiribûn ku jinên kantonê di zindanên li kantonê de hatibûn îşkencekirin.