Dewleta Tirk 2 jin ji Girê Spî revandin 2021-07-25 12:40:15     NAVENDA NÛÇEYAN -Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta tirk 2 jin ji Girê Spî revandine.   Çavkaniyeke herêmî ragihand ku istîxbarata dewleta tirk bajarokên Silok û Turkman ên kantona Girê Spî dorpêç kir û piştre welatiya bi navê Emîne El-Hebîb a Ereb ji bajarokê Silokê, her wiha welatiya bi navê Ebîr Hisên El -Îsa ji bajarokê Turkman a kantonê, revandine.   Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên dagirker herdu jinên revandin, birin baregeheke leşkerî ya dewleta tirk a li Girê Spî  û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.   Çavkaniyên herêmî ji ajansa ANHA'yê re eşkere kiribûn ku jinên kantonê di zindanên li kantonê de hatibûn îşkencekirin.