Li Efrînê gor hatin texrîpkirin

  • 10:52 25 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku komên bi ser Tirkiyê ve li Efrînê kevirên goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku  Tirkiye û komên girêdayî wê li Efrînê goran dirûxînin. Di daxuyaniya Rêxistinê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Tirkiyê li gundê Şêxorze goristan rûxandine û  kevirên van goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin.