Li Efrînê gor hatin texrîpkirin 2021-07-25 10:52:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku komên bi ser Tirkiyê ve li Efrînê kevirên goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku  Tirkiye û komên girêdayî wê li Efrînê goran dirûxînin. Di daxuyaniya Rêxistinê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Tirkiyê li gundê Şêxorze goristan rûxandine û  kevirên van goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin.