Wesayeta karker hildigirt qeza da: Kesekî jiyana xwe ji dest da

  • 11:03 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
KONYA - Wesayeta karker hildigirt li ser rêya Konya-Edeneyê qeza da. Di qezayê de yek jê giran 15 kes birîndar bûn. Ethem Dagtekin ê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 
 
Wesayeta kar hildigirt li ser rêya Konya-Edeneyê qeza da. Di qezayê de yek jê giran 15 kes birîndar bûn. Birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê. Ethem Dagtekin ê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat hînbûn têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.