Wesayeta karker hildigirt qeza da: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-07-22 11:03:56   KONYA - Wesayeta karker hildigirt li ser rêya Konya-Edeneyê qeza da. Di qezayê de yek jê giran 15 kes birîndar bûn. Ethem Dagtekin ê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.    Wesayeta kar hildigirt li ser rêya Konya-Edeneyê qeza da. Di qezayê de yek jê giran 15 kes birîndar bûn. Birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê. Ethem Dagtekin ê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.    Hat hînbûn têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.