Hevseroka HDP'yî Hanim Akkuş hat binçavkirin
- 11:43 16 Tîrmeh 2021
- Rojane
BEDLÎS - Hevseroka HDP'ê ya Tûşbayê Hanim Akkuş hat binçavkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tûşbayê ya Wanê Hanim Akkuş li noqteya polîsan a di ketina Tetwana Bedlisê de hat sekinandin û piştre hat binçavkirin. Hat hînbûn têkildarî Hanimê dozek hatiye vekirin heye û di çarçoveya dozê de biryara girtinê hatiye dayin.
Hat hînbûn Hanimê birin Muduriyeta Emniyetê ya Tetwanê.