Hevseroka HDP'yî Hanim Akkuş hat binçavkirin 2021-07-16 11:43:33   BEDLÎS - Hevseroka HDP'ê ya Tûşbayê Hanim Akkuş hat binçavkirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Tûşbayê ya Wanê Hanim Akkuş li noqteya polîsan a di ketina Tetwana Bedlisê de hat sekinandin û piştre hat binçavkirin. Hat hînbûn têkildarî Hanimê dozek hatiye vekirin heye û di çarçoveya dozê de biryara girtinê hatiye dayin.    Hat hînbûn Hanimê birin Muduriyeta Emniyetê ya Tetwanê.