Parlementoya Belçîkayê komkujiya Êzidiyan nas kir

  • 08:45 16 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Belçîkayê komkujiya Êzidiyan bi awayekî fermî nas kir.
 
Parlementoya Belçîkayê qirkirina Êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, qebûl kir. Pêşnûme li parlementoyê bi piraniya dengan hate erêkirin.
 
Berî niha meha Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kiribû. Parlementoya Belçîkayê jî pêşnûme bi piraniya dengan erê kir.
 
Pêşnûmebiryar di 14’ê Tîrmhê de kete rojeva Meclîsa Balçîkayê. Piştî nîqaşê bi rojekê û şûnde, şeva 15’ê Tîrmehê kete dengdanê.
 
Pêşnûme bi pêşengtiya Parlamenter Georges Dallemagne ji aliyên Koen Metsu, François De Smet, Malik Ben Achour, Michel De Maegd et Samuel Cogolati, Mmes Els Van Hoof, Goedele Liekens et Vicky Reynaert û Wouter De Vriendt ve hatin pêşkêşkirin.
 
Piştî dengdanê pêşnûmeya qirkirinê bi desteka hemû koman hate erêkirin. Berî dengdanê Parlementer Koen Metsû ji ANF’ê re axivîbû û gotibû: “Wê her kes dengê xwe bide. Em bi ser ketin.”
 
Di dema nîqaşê de ji Demokratên Xiristiyan CHD’ê Georges Dallemagne bal kişand ku beriya salvegera qirkirinê ya 3’yê Tebaxê ketina dengdanê pir girîng e û got: “Li ser rûyê cîhanê li dijî komeke biçûk a civakê pêkhatina sûcek wiha pir bi hovîtî ye. Em qala nêzî yek milyon mirov dikin. Ev civaka berî niha nedihate nasîn îro belavî Rojhilata Navîn û Ewropayê bûne. Civakeke ku tim di dîrokê de êrîş li ser hatiye kirin e. Ya girîng ji bo mirovahiya me ew e ku, mîna hemû civakan, civakeke li ser ronahiya koka xwe ne.”
 
Metsû ji hikûmetê daxwaz dikin ku demek berî demekê ‘planeke lihevhatî pêş bixe’ kir.
 
Ji partiya Derdor Ecolo Samûel Cogolatî êrîş weke qirkirin pênase kir û got: “Helwesta me ya vala val sekinînê nîne, vê hovîtiyê ne tenê weke sûcekî li dijî mirovahiyê, di heman demê de weke qirkirin nasandin (…) pêkanîna edalet, ketina tevgerê, ji wan hesab xwestin, dîsa ji bo berpirsên sûcên qirkirinê bên darizandin, divê her tiştî bikin.”
 
Ji partiya Sosyalîst Chrîstophe Lacroîx jî got: “Ji saziyên xwe daxwaz dikin ku qirkirina li ser Êzidiyan hatî kirin nas bikin, ji ber ku hêza ku demek dirêj ji hemû civakê dihate xwestin, sembolîk û di asta siyasî de xwedî nîtelîk e.”
 
Sucên hatine kirin
 
Di pêşnûmeya bi zimanê Fransî û Flamanî ya ji 10 perî pêk tê de sûcên li ser Êzidiyan hatiye rêzkirin.
 
Di pêşnûmeyê de bal kişandine ser van xisûsan: "Sala 2014’an û vir ve DAIŞ’ê di serî de Êzidî, Asûrî, Suryan, Keldanî, Şebek, Tirmen, Kurd, Elewî, hevzayendî, Misilmanên Sunî yên li derveyî helwestên li dijî hiqûqên dewleta îslamî û komên din kirine hedef."
 
Di nava van zilman de bi taybet yên Êzidî kirin hedef, bi awayekî sîstematîk û tundraw, bi bername û sîstematîk mêr qetil kirin, firotin şef û leşkeran, piştre keç û jinên ciwan li berdêla fîdyeyek mezin a malbatan weke koleyên zayendî hatin bikaranîn, êşkencekirina jinan a ji ber serê xwe vekiriye, jin, mêr û zarok bi zindî veşartin, zarok fêrî madeyên hişbir kirin, bi zorê kirina misilman, vegerandina leşkeran. Baxçeyên fêkiyan ên van girseyan hatin şewitandin, lawirên wan hatin dizîn, li qadên çandinê mayîn hatin çandin.”
 
Daxwazên ji hikûmetê
 
Sûcê qirkirinê yê li dijî Êzidiyan ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, ji sala 2014’an û vir ve dike, nas dike û mehkûm dike;
 
Daxwazên ji hikûmetê hatin kirin ev in:
 
*Hemû rêz û rêbazên zagonî yên navxweyî û navneteweyî bi kar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan li Iraqê û Sûriyeyê kir teqez bê ceza nemîne;
 
*Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîkayê ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka Êzidî sûc kirine;
 
*Bi Êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alîkar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê de hatiye çekirin, bê bicihanin; Ji bo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.
 
*Destekdayina ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin.
 
*Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.
 
Yên weke qirkirin nas kirine
 
Qirkirina Êzidiyan hê li Konseya Ewlekariya NY’yê û ji aliyê dadgehek navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Lê tîmeke lêpirsînê ya NY’yê gihişte wê yekê ku qir kirine.
 
Parlemetoya Ewropa, Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê, Meclîsa Nûneran a DYE’yê, hovîtiya DAIŞ’ê ya li Êzidiyan wek qirkirin nîşan da.
 
6’ê Tîrmehê pêşnûmeya Parlementera yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan a Holanda (CDA) ku pêşkêşî Parlamentoya Hollandayê kiribû, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir.