Meclîsa jinan a HDP'ê ya Amedê damezrandina xwe îlan kir

  • 21:16 15 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê bi dirûşma "Em bi rihê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe îlan kir. Di bernameyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û û wiha got: "Em ê hesabê Gulîstan, Îpek û Denîzan bi têkoşîn û rêxistina xwe bipirsin."
 
Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê, bi dirûşma "Em bi rihê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" li Demîr Otelê damezrandina xwe îlan kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdar bûn. 
 
Li eywana konferansê ku bername lê hate lidarxistin pankarta "Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin. Em bi rihê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" hate daliqandin. 
 
Di destpêka bernameyê de Hevseroka bajêr a HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û diyar kir ku dewlet hemû hêza xwe li dijî jinan bi kar tîne û got: "Em jî dibêjin em ê xwe bi rêxistin bikin û xwe bi hêztir bikin. Li dijî van êrîşan em ê bi rêxistina xwe bersîvê bidin. Duh li navçeya Marmarîsa Muglayê êrîşî avahiya me kirin. Piştî Denîzê dîsa qetlîamek xwestine pêk bînin."
 
Di bernameyê de Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku bi salan e tifaqa AKP û MHP'ê di bin navê darbeyê de sîyaseta xwe ya bi salan berdewam dikin. Ayşe, got: "Em dizanin ku sîyaseta wan sîyasetek dijminatî û bi hedefgirtina jinê xwe dide meşandin. Ji bo gelê vî welatî bifesitîne hemû alavên xwe yên şer bi kar tîne."
 
'Êrîşên li dij HDP’ê yên li dijî jinan e'
 
Ayşe di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û wiha axivî: "Weke siyaseta kîn û veqetînê, hevalê me yê ciwan li Îzmîrê bi hovane hate qetilkirin. Ger tawanbar kesek be jî, em ji Silopî, Parîs, Gulîstan Doku dizanin. Em dizanin ku kiryarê İpek ji hêla wezareta hundurîn ve hate parastin. Em ji biryara der barê kiryarê Surmî Înce dizanin. Em dizanin ku ev êrîşên li dij HDP’ê yên li dijî jinan e. Ew û hevkariya wî ya biçûk pir baş dizanin ku ew nikarin bi têkoşîna jinan re li ber xwe bidin. Di encama vê yekê de, hêzên kûr êrîşî partiya me dikin. Em dibêjin ger Denîzek here, dê bi hezaran Denîz werin. Ger Denîzek here  em ê salonan bi Denîzan dagirin." 
 
'Desthilatdar kiryar û tawanbaran diparêze'
 
Ayşe anî ziman ku hikûmet êrîşkirina li ser destkeftiyên jinan wekî siyaseta xwe dibîne û wiha pê de çû: "Piştî rakirina Peymana Stenbolê, desthilatdar polîtikayên xwe yên dijberiya jinê berdewam dike. Desthilatdar kiryar û tawanbaran diparêze. Daraz bi talîmata desthilatdarê tê birêvebirin. Daxwaza edaletê bi taybet ji bo jinan hatiye rawestandin. Ji aliyekî din ve jî desthilatdar hemû çavkaniyên xwe ji bo polîtîkayên şer xerc dike û di wî warî de xizaniya jinan her ku diçe xwe kûrtir dike. Hêviya jinan hêviya gelan bi HDP'ê heye. Jin ne tenê bo pêşeroja xwe di heman demê de ji bo xelasbûna sîyaseta Tirkiyeyê jî di nav têkoşînê de ye."
 
'Em ê xwe bi hêztir bikin'
 
Ayşe axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Em li dijî desthilatdariya mêr rêxistina xwe ava dikin. Îro ji Amedê meclîsa xwe ya jinan ava dikin. Em ê hesabê Gulîstan, Îpek û Denîzan bi têkoşîn û rêxistina xwe bipirsin. Em ê xwe mezintir û bi hêztir bikin."