TAYAD'ê bi pankartê piştgirî da Emîne û Ferît Şenyaşar
- 13:35 15 Tîrmeh 2021
- Rojane
STENBOL - Malbatên TAYAD'î ji bo piştigiriya Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê nobeta 'edaletê' didomînin li ser pira li Kagithaneyê pankarta bi nivîsa "Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye" daliqandin.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta 'edaletê' di roja 129'emîn de didomînin. Piştigiriyên ji bo çalakiya Emîne û Ferît didomin. Malbatên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hukumxwar û Girtiyan (TAYAD) ya Stenbolê li pira Navçeya Stenbolê ya Kagithaneyê pankarta bi nivîsa "Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye" daliqandin.