Emîne Şenyaşar: Di bin çavan de zilm li me kirin

  • 13:35 15 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê nobea xwe ya "edaletê" berdewam dikin. Emîne diyar kir ku duh bi awayê kêfî ew binçav kirin û got, "Polîsekî ku li gel me hat zilm li me kir û hewl da li me bide. Ez li nexweşxanê ji ser hişê xwe çûm. Çima vê zilmê li me dikin?"
 
Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du lawên wê qetil kirin û lawê xwe yê ku bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya "edaletê di roja 129'emîn de berdewam kirin. Emîne û Ferît ên ku hatin ber edliyê ji ber betlana fermî li ber dîwarê wê çalakiya xwe berdewam kirin.  Emîne Şenyaşar, derbarê binçavkirina wan a ji ber serdana bajar a Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku duh pêk hatibû de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku bi awayekî kêfî hatine binçavkirin. 
 
'Edalet tune ye tenê zilm heye'
 
Emîne Şenyaşar, da zanîn ku ji bo Pervîn Bûldan wan nebîne ew binçav kirine û wiha got: "Beriya niha jî heman tiştî kirin. Piştî Pervîn çû me berdan. Polisek ku bi me re hatibû hebû, hertim zilm li me kir. Hewl da li me bide. Li nexweşxaneyê rewşa min ne baş bû, kurê min giriya. Wî polisî pir zilm li me kir. Çima vê li me dikin. Kê malbata min qetil kir? Hê jî li pey me ne. Gav bi gav me dişopînin. We çî yê me dît? Dewlet, hikûmet, edalet tune ye, tenê zilm heye. Ji malbata min 3 kes kuştin. Kurê min kirin girtîgehê. Ketine me ya edliyeyê qedexe ye. Şopandin li ber mala me dest pê dike. Em bi kuderê ve biçin me dişopînin. Ketiye pey me ku sucekî bibînin. Ji bo ku barê me girantir bikin."
 
'Bi awayê bêhiqûqî me binçav kirin'
 
Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku ji roja ku dest bi çalakiya xwe kirine ve cara 5'an e tên binçavkirin û ev tişt anîn ziman: "Êdî em hînê binçavkirinê bûne. Dema ku parlamenter û serokê partiyekê tê bajar, ji ber ku difikirin wê serdana me bikin me binçav dikin. Herkes jî vê dizane. Lewre mexdûriyeta me tê zanîn. Ev hatine duyemîn a Hevseroka Giştî ya HDP'ê bû. Ji ber ku fikirîn wê serdana me jî bike bi awayekî bêhiqûqî me binçav kirin. Ev sûc e. Bi navê dozger me binçav kirin lê piştî rêveberiya baroyê û parêzerên me pê re ketin têkiliyê dozger got ku biryareke wî ya binçavkirinê tune ye û miduriyeta polisan di nav xwe de hin tiştan dike."
 
'Ev zilm e'
 
Ferît da zanîn ku tevahiya rojê wan li 3 nexweşxane û 2 qereqolan gerandine û wiha ev bang kir: "Ev zilm e. Jixwe hûn daxwaza me ya edaletê bi cih naynin, qe nebe zilmê jî nekin. Dayika min 65 salî ye. Ji serê sibehê heta êvarê em li vir rûdinin. Em edaletê dixwazin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Derbarê kesên ku li nexweşxaneyê komkujî kirin de tu kirarî nehatiye kirin. Werin em tev bi hev re vê zilmê rawestînin."
 
'Ji bo wan jî biryarnameyekê derxînin'
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê jî bi bîr xistina ji peywirê girtina bi Biryaryanemeya Serokkomariyê ya Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû ev parvekirin kir: "Destpêkeke baş e. Gelê Rihayê ji bo parlamenterê we yê komkujî pêk anî jî li benda biryareke nîvê şevê ye."