Jinên bertek nîşanî êrîşan dan: HDP ji bo me navê jiyanê yê din e

  • 10:21 15 Tîrmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Jinên bertek nîşanî êrîşên li ser HDP'ê dan anîn ziman HDP ne tenê tabelayek e û wiha gotin:"Jin li mal, kuçe, cihên kar, partiyên siyasî yên diçên qetil dibin. Em dixwazin di partiya me temsîl dike de bijîn û bidin jiyîn. HDP li dijî qetilkirina jinan e û ne tenê tabelayek e. HDP ji bo me navê jiyanê yê din e. Di esasê de em neçin HDP'ê em ê bimirin. Em vê yekê dizanin."
 
Gotinên îqtidara AKP-MHP'ê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike hedef êrîşên nîjadperestî yên li ser HDP'ê zêde kirin. Yek ji van êrişan di 17'ê Hezîranê de li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat. Dî êrişa faşîst Onur Gencer pêk anî de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Do jî li Marmarîsa Muglayê êrîşa çekdarî li dijî avahiya HDP'ê hat kirin. Îktidarê û medyaya îktidarê êrîşên li ser avahiya HDP'ê wekî "pevçûn" servîs kir û xwest manîpule bike. Piştre jî îddiaya "pirsgirêkên derûnî yên bersûc heye" derxistin pêş. Ji bo êrişa li Marmarîsê jî teşhîsa "Hişê wî ne li serê wî ye" danîn. 
 
Lê belê ev êrişana û dozên girtinê ji xebat, hevdîtinên HDP'ê re nebûn asteng. Beşa "Ji bo Jinan Edalet" a kampanyaya "Ji bo her kesî Edalet" didome. Her wiha serdanên "Kampanyaya Parastinê" ya piştî qetilkirina Denîz Poyraz hat destpêkirin jî didome. 
 
Têkildarî êrîşên li ser HDP'ê ya gavê paş de navêje jinan nirxandin kirin. 
 
'Êrişên tên kirin dijminatiya li dij jinê nîşan dide'
 
Dayika Aştiyê Aynur Yilmaz da zanîn bi êrîşên li ser HDP'ê demokrasî û daxwaza jiyana bi hev re a gelan tê hedefgirtin û wiha got:"HDP partiya jinan e. Di bingeha êrîşan de dijminatiya li dijî jinê heye. Ev jixwe ji qetilkirina Denîz Poyraz jî diyar dibe. Jin li mal, kuçe, cihên kar, partiyên siyasî yên diçên qetil dibin. Em dixwazin di partiya me temsîl dike de bijîn û bidin jiyîn. HDP li dijî qetilkirina jinan e û ne tenê tabelayek e. HDP ji bo me navê jiyanê yê din e. Di esasê de em neçin HDP'ê em ê bimirin. Em vê yekê dizanin."
 
Aynûrê herî dawî got:"Em dizanin bersûc kî ne. Ew ê negihêjin armanca xwe."
 
'HDP pêşengiya demokrasiyê dike'
 
Ji Komîsyona Kedê ya HDP'ê û Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Şaziye Kose da zanîn zihniyeteke qirêj li dû êrîşan heye lê ew ê negihêjin armanca xwe û wiha got:"HDP di hilbijartinan de partiyeke girîng e. Di heman demê de pêşengiya demokrasiyê dike. Em diçin hemû bajaran û bi gel re tên gel hevdu. Îktidara dibîne HDP bi hêz dibe êrîşî HDP'ê dike. Li gor wan paşxistina HDP'ê tê wateya bidestxistina 'bekayê'. Loma dixwazin me qetil bikin. Do Deniz Poyraz qetil kirin îro êrîşî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê dikin. Li Konyayê êrişî malbateke kurd kirin. Bi dozên girtinê û doza Kobanê dixwazin me biqedînin. Lê belê tiştekî ji ber çavên wan diçe heye. Ev jî ew e ku HDP'ê serî bi gelek êrîşan derxistiye. HDP her dem gavekê pêş de çû."
 
'Em ê dewam bikin ku xwedî li partiya xwe derkevin'
 
Endama HDP'ê Sercivan Zîlan da zanîn êrîş li ser siberoja gelan e û wiha got:"HDP partiya hemû daxwazên qenc in. Armanca êrîşên li dijî HDP'ê tarîkirina siberoja vî welatî ye. HDP hemû mirovan hembêz dike û jiyaneke wekhev dide pêş. Vê yekê di pratîka xwe de nîşan dide. Loma ez êrişên li ser HDP'ê şermazar dikim. Ew dibêjin qey bi êrîşan ew ê me biçewisînin lê belê ev qet ne pêkan e. Em ê dewam bikin ku xwedî li partiya xwe derkevin."