‘Desthilatdarî hewl dide îstîsmarê normal bike’

  • 09:03 15 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Dîren Cevahîr Şen bertek nîşanê pakêta ji meclisê derbas bûye ya ku di sûcên îstîsmara li hember zarokan de şerta ‘delîla şênber’ dixwaze da û diyar kir ku desthilatdarî bi salane der barê rewakirina îstîsmara zayendî de polîtîkayan dimeşîne û got: “Bi 4’emîn pakêta darazê re rêya ku gumanbaran rizgar bike vekir. Bi vê hewl dide îstîsmarê rewa bike.”
 
‘Pêşnûme Qanûna Der barê Guherîna di hinek Qanûnan de û Qanûna Muhakemeya Ceza’ ya 27 xalî ku di raya giştî de wek 4’emîn pakêta darazê tê zanîn di 9’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Di pakêta darazê de di sûcên wek îstîsmara zayendî, ji qestî kuştin, îşkenceyê şerta ‘delîla şênber’ tê xwestin û tevî HDP û CHP’ê şerx xist jî nehat qebûlkirin. Ev qanûna ku şerta delîla şênber dixwaze, zemîna qanûnî ya rewakirina îstîsmara zayendî jî amade dike. Her wiha ji ber sûcên katalog, mijara gotinê ye ku gumanbar bên berdan û beratkirin.
 Di pêvajoya pandemiyê de AKP’ê ‘pakêta înfazê’ pêşkêşî serokatiya TBMM’ê kir û di 14’ê Nîsana 2020’î de hat qebûlkirin û bû qanûn. Di çarçoveya Pakêta înfazê de gumanbarê şîdet û îstîsmarê hatin berdan. Ji 2016’an heta îro, hikûmeta AKP-MHP’ê  di nava mijarê anîn rojevê de pêkanînên, xistina temenê zewacê, parastina gumanbarên îstîsmarê û rewakirina îstîsmarê jî hebûn. Di dema nêz de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik ku di Komîsyona Lêkolîna Diyarkirina Sedemên Şîdeta Li Hember Jinan a TBMM’ê de axivî, Serokê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, Suleyman Arslan û parlamenterê AKP’ê Abdullah Guler ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de axivî, gotinên ku îstîsmara zayendî û zewaca temenê biçûk rewa dikin anîn ziman. Li ser bertekên raya giştî  desthilatdariyê şûnde gav avêtibû, lê  di 4’emîn pakêta darazê de zemîna vê amade kir.
Parêzer Dîren Cevahîr Şen, şerta ‘delîla şênber’ ya di 4’emîn pakêta darazêde cih digire nirxand. 
 
‘Ji delîla şênber, ya ku dixwazin çi ye gelo?’
 
Dîrenê bi lêv kir ku şerta lêgerîna delîla şênber tê wateya ku îfadeya jin û zarokan tune tê hesibandin û wiha dirêjî dayê: “Bi salan e me rêgeza îfadeya jinê esas e, nîqaş kir.  Desthilatdarî dixwaze mijarê serobino bike. Desthilatdariya siyasî û derdora wê vê dike. Peymana Stenbolê û kampanyayên der barê wê de bi manîpulasyonê hat meşandin. Îfadeya kesa rastî îstîsmarê dihat esas dihat girtin û dihat payîn ku gumanbarê êrîşê xwe paqij derxe û wisa lêpirsîn dest pê dikir. Niha jî pêngav bi pêngav hewl didin gumanbarên şîdeta zayendî biparêzin. Gelo desthilatdarî bi delîla şênber çi dixwaze? Desthilatdariyê  peyama, di rewşa ku delîla şênber tunebe de wê gumanbar bê berdan da.”
 
‘Gumanbaran diparêzin û helwesta polîtîk nîşan didin’
 
Dîrenê daxuyakirin ku bi sererastkirina mijara gotinê, wê serê şîdeta mêr a li hember zarokan bê girtin û gumanbarên şîdetê bên parastin û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî helwestek polîtîk û îdeolojîk dimeşîne. Desthilatdarî polîtîkayên zewaca di temenê biçûk de jî dimeşîne. Gotinên berdevkê desthilatdariyê pêşî li îstîsmara zarokan vedike. Her wiha armanca wan ev e ku yên berê ev sûc kirine jî bêceza bihêlin. Gumanbarên îstîsmara zayendî di qawişên edlî de pir cih digirin, em vê dizanin. Bi salane tê rojevê ku gumanbarên êrîşa zayendî bên efûkirin. Herî dawî dewletê bi 4’emîn pakêta darazê gumanbar berdan. Pêşiya bûyerên ji vir şûnde jî vekir. Ev kir qanûn û normal nîşan da.”
 
‘Kujerên jinan wê êrîşan bidomînin’
 
Dîrenê destnîşan kir ku êrîşên desthilatdariyê yên li hember jin û zarokan, ancax bi têkoşîna jinan a li kolanan dikare bê astengkirin û wiha dawî lê anî: “Kujerên jinan wê êrîşan bidomînin. Kujerên Pinar Gultekîn bi gotinên ‘Baş e ku peymana Stenbolê hat rakirin’ silav daye desthilatdariyê. Armanca destilatariyê ev e ku jin û zarok di civakê de xwe bê ewle hîs bikin. Divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”