Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê daxuyaniya Marmarîsê

  • 12:39 14 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê  di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî partiya xwe de wiha got:"Em tu carî çongê li dijî hewldanên bi vî rengî yên komkujiyê danînin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê twittirê têkildarî êrişa nîjadperest a çekdarî ya li dijî avahiya HDP'ê ya Muglayê daxuyanî da. 
 
Di parvekirina ku qetilkirina Deniz Poyraz hat bibîrxistin de wiha hat gotin:"Piştî êrişa li ser avahiya me ya li Îzmîrê û qetilkirina Deniz Poyraz niha jî êriş li dijî avahiya me ya Marmarîsa Muglayê pêk hat. Em li hember van êrişên ku bi polîtikayên dijminatiyê yên îktidarê tên xwedîkirin çongê danînin."