Emîne û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin
- 11:10 14 Tîrmeh 2021
- Rojane
RIHA - Berî serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Pervîn Bûldan a ji bo Rihayê Emîne û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo pêkanîna nobeta xwe ya "Edaletê" ya di roja 128'emîn de ye derketin ser rê. Polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji bo çalakiya nobeta xwe ya "Edaletê" diçûn Rihayê, di ketina bajêr de sekinandin û di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Heqareta li karmendê cemaweriyê” hatiye vekirin de careke din ew binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Pervîn Bûldan hat bajêr
Dema Emîne û Ferît hatin binçavkirin Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî ji bo serdana esnafan û hevdîtina bi gel re hat Rihayê. Di 20'ê Gulanê de berî ku Pervîn Bûldan dê serdana malbatê bikira dîsa Emîne û Ferît hatibûn binçavkirin. Dubarekirina binçavkirinê ya îro jî bal kişand.