'Grevên birçîbûnê dê bi rihê 14'ê Tîrmehê zilm û îşkenceyê têk bibin'

  • 10:19 14 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Remziye Tosun a HDP'yî diyar kir ku serhildana 14'ê Tîrmehê îro li girtîgehan hîn didome û wiha got:"Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin dê bi rihê 14'ê Tîrmehê zilm û îşkenceyê têk bibe."
 
Li Tirkiyeyê di serdema darbeya 12'ê Îlonê de îşkenceyên mezin li girtiyên 5'emîn Girtîgeha Amedê hatin kirin. Girtiyan li dijî van îşkenceyan li berxwe dan û dengê xwe bi cîhanê dan bihîstin. Ji qadroyên PKK'ê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yilmaz ên li dijî îşkence û binpêkirina mafan derketin bi bedena xwe nîşeyeke nayê jibîrkirin ji dîrokê re hiştin. 
 
14'ê Tîrmeha 1982'yan salvegera serhildana li dijî îşkence û binpêkirina mafên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê ye. Di wê demê de Kenan Evren serkêşiya cûntaya leşkerî dikir. 
 
Di roja me ya îro de jî li girtîgehan ev serhildan didome. Girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 230'î de ye. Ji gelek aliyên cîhanê gelek kes piştgiriyê didin vê çalakiyê. Di salvegera serhildana 14'ê Tîrmehê de girtî dê çalakiya xwe ya bêdem-dorveger a 5 rojî dewam dikirin dîsa wekî bêdem-dorveger wê dewam bikin lê dê rojê derxin 15 rojî. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi rihê serhildana 14'ê Tîrmehê didomin, nirxand. 
 
'Serhildana wan rêya me ronî dike'
 
Remziyeyê diyar kir li dijî zilma ji mêj ve didome zarokên egîd ên kurdan serhildaneke mezin kirine û wiha domand:"Bûyerên di 14'ê Tîrmehê de û piştî wê qewimîn hîn di hafizaya gelê kurd de bi awayekî teze cihên xwe digirin. Bi darbeya 80'ê li girtîgeha leşkerî ya Amedê zihniyeta faşîst îşkenceyên li dijî mirovatiyê kir. Li dijî vê yekê Mazlûm Dogan di Newroza 1982'yan de bi sê darikên niftikê bedena xwe da ber agir. Bi vê yekê nîşan da ew teslîm nabe. Ez di serî de Mazlûm Dogan û hemû rêhevalên di grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Serhildana wan rêya me ronî dike. "
 
'Grevên birçîbûnê dê bi rihê 14'ê Tîrmehê zilm û îşkenceyê têk bibin'
 
Remziyeya îşkenceyên serpel Esat Oktay ê serdemê bi bîr xist û wiha pê de çû:"Zihniyeta Esat hîn li girîgehan didome. Ji heta darbeya 12'ê Îlonê vir ve zext dewam dikin û li dijî vê yekê jî serhildan her diçe zêde dibe. Gelê kurd li dijî zext, zilm û pişaftinê bi serhildanê bersivê dide. Grevên birçîbûnê di 80'ê de jî û niha jî wekî rêbaza serhildanê hatiye hilbijartin. Niha gelek rêhevalên me li girtîgehan li dijî tecrîd û bêhiqûqiya li girtîgehan bedana xwe didin ber birçîbûnê. Grevên birçîbûnê dê bi rihê 14'ê Tîrmehê zilm û îşkenceyê têk bibin."
 
'Mafê hemû gelan e ku li ser vê axê bi azadî bijîn'
 
Remziyeyê da zanîn nelirêtî, bêhiqûqî, xizaniya li welêt ji ber zihniyeta yekperest diqewime û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev zihniyeta xetimandinê ferz dike. Lê li dijî vê zihniyetê gelê kurd bi salan e li berxwe dide. Têkoşîna azadiyê tê dayin. Li dijî kesên ku neçareseriyê li me fez dike çareserî pêkan e. Em qebûl nakin ku di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li ser gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bê ferzkirin. Birêz Ocalan gotibû 'ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim'. Muxatabgirtina Birêz Ocalan tenê nayê wateya rakirina tecrîdê di heman demê de tê wateya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan. Mafê hemû gelan e ku li ser vê axê bi azadî bijîn. Em bawer  dikin ku em ê aştiyeke bi rûmet bînin ser vê axê."
 
Remziyeyê herî dawî da zanîn çareserî dê bi piştevaniyê pêk bê û ji bo mezinkirina têkoşînê bang li her kesî kir.