Pervîn Bûldan: Dê gelê kurd helwesta xwe di hilbijartinê de nîşan bide

  • 16:35 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameya xwe de li Dîlokê bi gel re hat gel hevdu û bal kişand ser hatina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a Amedê û wiha got: "Êdî kurd bi wan derewan nayên xapandin. Kurd her tim xwedî li îradeya xwe derketine û wê derkevin. Em dizanin ku gelê kurd helwesta xwe di hilbijartinê de jî bi awayekî xurt dê nîşan bide."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê heta 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan be. HDP a ku li dijî doza girtinê, tecrîd, greva birçîbûnê, êrişên li dijî destkeftiyên jinan, qeyrana aborî, rûxandina xwezayê û binpêkirina mafan ji du milan ve daket qadê, di destpêkê de li Îzmîrê ku endama partiya wan Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin mitîng li dar xist. Îro jî di çarçoveya bernameya xwe de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Dîlokê bi gel re hat gel hev. Hevdîtina bi gel re li ber derê avahiya HDP'ê pêk hat. Qad bi al û filamayên HDP'ê hate xemilandin. Her wiha posterê Denîz Poyraz a bi nivîsa "Denîz Poyraz nemir e" bi avahiyê ve hate daliqandin. Di destpêka qadê de nokteyên lêgerînê hate bicihkirin û li derdorê qadê gelek polîs hatin bicihkirin. 
 
Pervîn Bûldan bi konvoyeke bi çoşekê mezin hat pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlementera HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Parlementerê HDP'ê ya Dîlokê Mahmut Tugrul û endamên MYK'ê ya HDP'ê beşdarî bûn. Bername bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e", "Jin Jiyan Azadî",  hate destpêkirin. 
 
'Em ê destkeftiyên xwe bi dest bixin'
 
Pervîn di destpêka axaftina xwe de li ser xebatên xwe sekinî û got: "Bi nêzbûna hilbijartinê bêguman xebatên me wê çêbibin. Em hay ji pirsgirêkên Dîlokê henin. Em ê bi xebatên xwe îradeya gelê Dîlokê dê di sandiqan de nîşan bidin. Em dizanin ku Dîlok bajarê kedkaran e. Lê belê bi hinceta pandemiyê karên kedkarên hate bidawîkirin. Em ê îrade û destkeftiyên xwe bidest bixin."
 
'Em yek diçin wê bi hezaran werin' 
 
Pervîn li ser êrîşên HDP'ê jî sekinî û destnîşan kir ku dê gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Pervîn, got: "Ew bi sîyasetê dernakevin pêşiya me, bi binpêkirin, bêhiqûqî û girtinê derdikevin pêşiya me. Niha 55 hevalên me bi neheqî di girtigehan de ne. HDP ne derîyek ku bê kilîtkirin e. Em yek diçin wê bi hezaran werin. Ew dibêjin qey ku HDP bê girtin fikriyeta HDP'ê jî dê biqede. Lê nizanin ku HDP gel e, hêvî û pêşeroja gel e. Gel dê nehêle HDP bê girtin."
 
'Êdî kurd bi wan derewan naxapin'
 
Pervîn bal kişand ser hatina Amedê ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û wiha axivî: "Erdogan bi hatina Amedê peyamê dide ku ji kurdan ray dixwaze. Kengê ket nav tengasiyê berê xwe dide kurdan. Lê daxwaza ray ne heqê te ye ne jî heddê te ye! Hem parlementeran bixe girtigehan, hem li ser kurdan binpêkirin û zilmê çêbike û piştre ji gelên Amedê ray bixwaze! Êdî kurd bi wan derewan naxapin. Kurd her tim xwedî li îradeya xwe derketine. Em dizanin ku gelê kurd helwesta xwe di hilbijartinê de jî bi awayekî bi biryar dê nîşan bide."
 
'Heke hûn bixwazin demokrasî bê hûn mecbûr in kurdan bibînin'
 
Pervîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kurd ne hewce ye tu kesî ne jî mecbûrê tu kesî ne û wiha got: "Di vî welatê de kî dixwaze bibe desthildar divê pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurd çareser bike. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin demokrasî nayê vî welatî. Em ne hewceye kesî, ne jî mecbûrê tu kesî ne. Lê heke hûn bixwazin ji vî welatî re demokrasî bê hûn mecbûr in ku kurdan bibînin. Nebêjin qey kurd biçûk û hêsan in, nebêjin qey HDP biçûk û hêsan e."
 
Dê Pervînê di çarçoveya bernameya xwe de saet di 17:00'an de serdana esnafên Dîlokê bike.