Ji MEBYA-DER û Med TUHAD-FED'ê vexwendina şahiyê

  • 12:22 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX  - Bi pêşengiya MEBYA-DER û Med TUHAD-FED'ê dê di 17'ê Tirmehê de şahî bê lidarxistin. Di daxuyaniya têkildarî vexwendina şahiyê de gelê Botanê hat vexwendin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (Med Tuhad-Fed), bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye"di 17'ê Tirmehê de li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê dê şahî bê lidarxistin.
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên herêmê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz dê tevlî şahiyê bibin. Şahiya ku saet di navbera 19.00-23.00'an de dê bê lidarxistin, hunermend Merve Admîş û Koma Awazên Botan dê derbikevin ser dikê.
 
Komîteya Amadekar derbarê şahiyê de daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endamê HDP'ê yê Silopiyê Sadik Kaçmaz ve hat xwendin.  Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku tevlî şahiyê bibin û ev tişt hat gotin:"Bi germahiya rihê Botanê, li dijî zext û zordariyan li qada Newrozê bin. Em hemû gelê xwe dawetî şahiyê dikin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.