Ava Gundê Zîlanê ji bo demekê hat berdan

  • 12:08 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ÊLIH - Li gundên bi ser navçeya Hezoyê ve qutkirina avê berdewam dike. Li gundê Zîlanê ji bo heta demekê av hat berdan. 
 
Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve li gundên Zîlan, Selîvê, Hiskutê, Kanîkê, Malê Mir, Holê û Xoxê û mezraya Bacaxê ceryana dînamoyên bîrên avê birrî û gund bêav man. Li van 8 gundan bi hezaran mirov 21 roj bêav mane. 
 
Li 7 gundan qutkirina avê didome. Lê li gundê Zîlanê ku nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 nifûsa wî heye heta betlaneya cejna qurbanê av hat berdan.  Li gund jiyan veguherî awayek asayî. Lê belê li 7 gundên din qutkirina avê didome. 
 
Xelkê van gundan bi derfetên xwe pêdiviyên xwe yên avê dabîn dikin û bêaviya li van gundan 21 roj in didome. 
 
Ji ber nebûna avê Îsa Uke yê 16 salî yê ji gundê Zîlanê çûbû cuha avê ya aydê DSÎ’yê ku xwe û cilên xwe bişo û di avê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Li derûdora cuhê tu tevdîrek ji bo ewlehiya mirovan nehatiye girtin û ji ber vê yekê rê li ber xeniqandinê vedike.