Emîne û Ferît Şenyaşar 127 roj in di nobeta 'edaletê' de ne

  • 11:57 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
URFA – Emîne û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta 'edaletê' ku li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 127'emîn de berdewam dikin. 
 
Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 127'emîn de berdewam dike.Emîne û Ferît ên ku di saetên serê sibê de hatin pêş edliyeyê, li pêş bariyeran dest bi nobeta xwe kirin. Emîne Şenyaşar li vir tiştên ku jiyabûn bi lorandinê got û welatiyên li derdorê bûn şahidê vê yekê hestiyar bûn. 
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Tiştên ku ev 3 sal in em dijîn, heta ku kes nejî nikare fêm bike. Jixwe bila kes nejî jî. 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin! Nayê bawerkirin ne wisa? Kesên dixwazin bibin şahid bila werin em li pêş edliyeyê ne.”