Niştecihên Taxa Fîskaya: Em destûrê nedin ku jiyana me tarûmar bikin

  • 09:56 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Niştecihên Taxa Fîskayayê nerazîbûnên xwe li ser projeya veguherandina bajarvaniyê ku dixwazin li Fîskayayê pêk bînin dan û wiha gotin: “Em bi salan e li vir dijîn. Hemû çand û bîranînên me li vir in. Em nahêlin jiyana me tarumar bikin û me mexdûr bihêlin.”
 
Projeya veguherandina bajarvaniyê ku her diçe pêş dike, bi taybetî  li herêmê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de rant û tunekirina bîra civakî tê armanckirin. Di çarçoveya vê projeyê de li Amedê jî di salên dawiyê de projeyên veguherandina bajarvaniyê her ku diçe zêdetir dikekeve pêş û tên nîqaşkirin. Piştî Sûr, Rêzan û Taxa Ben û Senê niha jî taxa Fîskayayê hatiye hedef girtin ku bi salane di hedefa rantxurên Projeya bajarvaniyê de ye. Lê belê her sal ji ber bertek û nerazîbûnên niştecihên taxê ew proje tê rawestandin. Şêniyên taxa Fîskayayê bertek nîşanî projeyê dan û destnîşan kirin ku ji bo berjewendiyên xwe dixwazin jiyana wan tarûmar bikin.
 
‘Çand û jiyana me li vir e’
 
Ji niştecihên taxê Ayşen Malçok a ku 20 sal in li taxê dimîne diyar kir ku wan bi her awayî mexdûr dikin. Ayşen, wiha berdewam kir: “Em naxwazin xaniyên me xira bikin. Em hînê jiyana vê derê bûne. Çanda me li vir e û em tên mexdûrkirin. Bi pereyekî kêm dixwazin me ji taxê derxînin. Em li vir hevdû nas dikin jiyanek me ya kevneşop heye. Ji ber ku Baxçeyên Hewselê li virin di bin navê turîzmê de dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”
 
‘Em ji cihê xwe hez dikin’
 
Husniye Malçok jî anî ziman ku ew nizanin çawa bikin û biçin ku derê û got. “Em 25 sal in li vir in. Du heb xaniyê me hene û li beranberiyê wan xaniyan dixwazin bi 100 hezar  TL me ji taxê derxînin.  Pereyê dixwazin bidin me odeyeke xaniyê me jî nake. Jixwe qeyrana aborî heye û rewşa tu kesê tune ye. Rewşa taxa me jî li holê  ye. Em ji cihê xwe hez dikin. Naxwazin  ji warê xwe biçin.”
 
‘Berjewendiyên xwe difikirin’
 
Zubeyde Tamîr jî destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên xwe dixwazin çand û bîra wan tune bikin û wiha got: “Heke xaniyên me xira bikin em nizanin ku em ê biçin ku derê. Rewşa şêniyên taxê di warê aborî de jî nebaş e. Tu kes nikare debara xwe ya malê bike wê çawa biçin xaniyek ji xwe re bikirin. Ez 40 sal in li vir im. Ez ji xeynî xaniyê xwe nikarim li cihek din bijîm. Pereyê min tune ye ku ez her roj nan bikirim. Ez nanê xwe bi xwe di tendûrê de çêdikim. Kar jî tune ye hemû kes li mal rûniştine. Ji bo berjewendiyên xwe dixwazin van deran xira bikin. Dixwazin taxa me ji bo berjewndiyên xwe bi kar bînin. Jiyan û daxwazên me nafikîrin.”
 
‘Em destûrê nedin ku jiyana me tarûmar bikin’
 
Mayîse Atlî jî destnîşan kir ku şêwaza jiyana vir dixwazin biguherînin û got: “27 sal in em li vir in. Êdî hemû kes nasê hevdû ye. Tu kesê taxê naxwazin ji vir derkevin. Em ji taxa xwe hez dikin. Tenûrên me hene, nê xwe em bi xwe dipêjînin, biharê  baxçeyên xwe diçînin û hemû pêdiviyên xwe ji baxçeyên xwe peyda dikin. Heke em ji vir derkevin  em nikarin tiştên bi vî rengî bikin. Çanda me ya cîrantiyê heye. Tu kes naxwaze ew proje pêk were û em destûrê nadin ku jiyana me tarumar bikin.”