'Kurê min bi îşkenceya dewletê nexweş ket û nayê tedawîkirin'

  • 09:02 13 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Şeyhmus Koç ê di Girtîgeha Gîresûnê de dimîne dema tê girtin îşkence lê tê kirin. Di aliyê derûnî û fîzikî de pirsgirêkên wî rû didin. Diya Şeyhmus, Şukran Koç gumanên xwe yên di vî alî de parve kir. Şukranê got:"Kurê min bi îşkenceya dewletê nexweş ket û nayê tedawîkirin. Ji vê zilmê re êdî bes e! Bila rayedar, parlamenter, siyasetmedar û gel rabe ser lingan. Em dikarin bi serîrakinê dawî li zilmê bînin. "
 
Şeyhmûs Koç ê ku di berxwedana rêveberiyên xweser a Nisêbînê de hatibû girtin îşkence lê hat kirin û tê tecrîdkirin. Piştî îşkenceyê di aliyê fîzikî û derûnî de pirsgirêkên wî rû dan. Heta niha nehatiye tedawîkirin û her ku diçe rewşa wî xetertir dibe. Diya Şeyhmus, Şukriye Koç jî têkildarî rewşê û gumanên xwe bi ajansa me re axivî.
 
'Kurê min bi îşkenceya dewletê nexweş ket û nayê tedawîkirin'
 
Şeyhmus beriya 6 salan di 20 saliya xwe de li Nisêbînê hate binçavkirin. Beriya were binçavkirin di 5 cihên laşê wî de parçe hebûn. Dema ku îfadeya wî digirin jî îşkence lê tê kirin. Ev jî dibe sedem ku di aliyê fîzîkî de zirarên mezin bibîne. Lewra bi hincetan jî wî dixin hucreyê û di aliyê derûnî de bi ser de diçin. Niha Şeyhmus di aliyê derûnî de jî pirsgirêkên mezin dibîne. Di pêvajoya 6 salan de ne parçe ji laşe wî derxistine ne jî di aliyê derûnî de tedawiyek lê kirine. Şeyhmus hem di tecrîdê de ye û hem jî rexmê ku nikare di girtîgehê de bimîne weke bi sedan girtiyên nexweş ên siyasî tê girtin. Diya wî Şukriye Koç hêrsa xwe ya li dijî tecrîd û îşkenceyê nîşan da û got:"Nêzîkatiya li dijî zarokên me nêzîkatiya dijmirovatiyê ye. Kurê min bi îşkenceya dewletê nexweş ket û nayê tedawîkirin."
 
'Axaftina pê re ji me re bûye hesret'
 
Şukriyeyê diyar kir ku ew bi kurê xwe nikare biaxive û wiha berdewam kir:"Car car Şeyhmus kesî ji me nas nake. Carna jî telefonê venake. Beriya 20 rojan bi min re axivî. Ez weke dayik dilbiêş im ku nikarim bi kurê xwe re biaxivim jî. Pêwîst e hatiba tedawîkirin. Ger nêzîkatiya wan bi vî rengî jî be bila bidin me, em ê tedawî bikin. Ez êdî naxwazim ez dûrî kurê xwe bimînim. Cezayê giran dane wî. Dev ji hêviya azadiya wî berdin, axaftina pê re jî ji me re bûye hesret. Ji bo dayikekê ev çiqas zor e hûn nizanin."
 
'Em dikarin bi serîrakinê re dawî li zilmê bînin'
 
Şukriyeyê bal kişand ser tecrîda li ser girtiyên siyasî û wiha berdewam kir:"Bi sedan girtî di tecrîdê de ne. Daxwaza me dayikan ew e ku tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî were şikandin. Bi hezaran girtî di heman eziyetê de ne. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila rayedar, parlamenter, siyasetmedar û gel rabe ser lingan. Em dikarin bi serîrakinê dawî li zilmê bînin. Bila êdî dayik negirîn. Bila zarok jî li pey dê û bavên xwe negirîn. Zarokên me vê zilmê dibînin û mezin dibin. Di bin vê bandorê de dimînin."
 
'Îşkenceya li Şeyhmus hatiye kirin ne hiqûqî ye'
 
Parêzera Şeyhmus, Dîlan Koç jî di derbarê rewşa wî de ev tişt parve kir:"Beriya ku ew bikeve girtîgehê pirsgirêkên wî yên tendirustiyê tunebûn. Bi taybet jî di aliyê derûnî de tunebûn. Lê belê piştî ku ket girtîgehê şûnde di aliyê derûnî de pirsgirêkên wî yên cidî derketin. Îşkenceya li Şeyhmus hatiye kirin ne hiqûqî ye. Ji ber van sedeman û rewşa wî ya tendirustiyê jî me gelek caran daxwazname jî nivîsî lê belê bersivek nehat dayîna."