Nivîskar û rewşenbîran li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin

  • 13:40 12 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewşenbîrên li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê li Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê kurd a li dijî êrişan û gotin:"Em wek rewşenbîr û nivîskarên her çar parçeyan bang dikin ku bila hemû sazî, dezge, partî, rêxistin, malbat û hemû kurd demildest li gel hev rûnên û bi hev re rêyek li hember êrişan bibînin. Divê em kurd, li şûna kîna li hemberî hev, li dijî dagirkeriyê û komkujiya li ser kurdan têbikoşin û astengiyên li ber yekîtiya neteweyî ya kurdan ji holê rakin."
 
Li dijî êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewşenbîran li Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Daxuyaniya bi beşdariya nivîskar û rewşenbîran pêk hat ji aliyê Nivîskar û Rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmed Kanî ve hat xwendin. Di daxuyaniya de wiha hat gotin:"Bila êdî tu kes li hember yekîtiya kurdan nebin asteng û yên ku bibin asteng jî bi her awayî li hember dîroka vî welatî dê berpirsiyar bin û em jî bi ferasetek neteweyî dê li hember wan derkevin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Gelê kurd di dîrokê de, ji bo civakbûn û pêşketina mirovahiyê roleke sereke lîstiye. Bêguman, gelê kurd bi sed salan e jî ji bo rûmet, hebûn û xwebûna xwe ya azad ji her milî ve, bi vîn, bîr û baweriyeke mezin li ber xwe dide û têkoşîna xwe dimeşîne.
 Di encamê da gelek serkeftin bi dest xistine. Lê, êrîş û armanca jiholêrakirina dagirker û desthilatdaran jî tu carî kêm nebûye. Dagirker di van êrîşan da herî zêde ji parçebûna kurdan hêzê digirin. Yekîtiyeke azad a kurdan hebûya kurd niha ji mêj ve dê bi ser biketana û yekîtiya xwe ava bikirina. Kîjan alîyê kurdan, ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî, malbatî û rêxistinî li ber yekîtiya kurdan bibin asteng; dê dîrok wan efû neke. Mînaka herî dawiyê rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Wek tê zanîn dewleta dagirker di van heyamên dawiyê de êrîşa xwe ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê derxistiye asta herî jor. 
 
Dê gelê kurd bi rihê yekîtiyê li berxwe bide
 
Em wek rewşenbîr û nivîskarên her çar parçeyan bi awayekî zelal bang û gazî dikin ku bila hemû sazî, dezge, partî, rêxistin, malbat û hemû kurd demildest li gel hev rûnên û bi hev re rêyek li hember êrişan bibînin. Bila êdî tu kes li hember yekîtiya kurdan nebin asteng û yên ku bibin asteng jî bi her awayî li hember dîroka vî welatî dê berpirsiyar bin û em jî bi ferasetek neteweyî dê li hember wan derkevin. Bi rastî jî divê em kurd, li şûna kîna li hemberî hev, li dijî dagirkeriyê û komkujiya li ser kurdan têbikoşin û astengiyên li ber yekîtiya neteweyî ya kurdan ji holê rakin. Ji bo yekîtî û azadiya kurdan bikevin nava hewildanê. Dîsa em bang û gazî li hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sazî û dezgehên sivîl ên kurdan dikin ku bi ziman û sekneke zelal li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê, em jî hemû erîş û neyartiyên li ser Başûr û Rojavayê  Kurdistanê û hemû kurdan şermezar dikin û dibêjin; Dem dema yekîtiya kurdan e. Gelê kurd ê azadîxwaz dê heta dawiyê, bi ruhê yekîtiyê li ber xwe bide, li her qadê têkoşîna xwe mezin bike û bi ser bikeve. Serkeftin a gelê kurd e."
 
Nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewşenbîrên piştgirî dan daxuyaniyê navên wan wiha ne:
 
Abdullah Ayav, Abdulhemid Mendani, Abdullah Yavuz, Adalet Kaya, Almast Hsoyan, Ahmed Kanî, Ahmet Çavli, Ahmet Çelik, A. Avesta Aydın, Amed Tîgrîs, Ayhan Demir, Avjen Argeş, Azad Zal,Aynur Gonul, Bahaddin Robar, Bawer Berşev, Birgul Çagirici, 
 
Cahide Harputlu, Cemal Xinzor, Cemal Babaoglu, Cevahir Sadak, Ciwanê Ebdal, Delal Ay, Derya Avşar, Devrim Demir, Dilan Aydin, Dilan Guvenç, Dilşa Yûsûf, Dilbezarê Bêkes, Dr. Remzi Azizoglu, Ednan Dogan, Edip Berk , Eslîxan Yildirim , Ejder Dag, 
 
Ertugrul Barka, Eyyup Subaşi, Eyyup Guven, Ezîz Xemcivîn , Fatma Ay , Fatma Taşli Tunç, Fewaz Ose, Feleknas Uca, Feratê Dengizî, Fereydun Saman, Fehim Çetinkaya , Feysel Ozdemir, Fevzi Ozmen, Fergin Melik Aykoç, Gulistan Kanireş, Glavezh Hemzî
 
Salîm, Girav Rûbar, Gulgeş Deryaspi, Gulistan Oncu, Haci Ozkal, Halil Dogan, Hamdiye Bilek Turgay, Harun Akkuş , Hakki Balta , Hasan Ozguneş , Hasan Harrani, Herdem Merwanî, Hesen Huseyîn Denîz, Hinara Tajdin, Hogir Berbir, Îrfan Babaoglu, Ismaîl
 
Ebas, Îbrahim Osman , Îbrahim Halil Taş, Îlyas Roj, Jêhat Rojhilat, Jêhat Rojhilat, Jêhat Rojhilat, Kamran Simo Hedillî, Kahraman Oguz, Karîna Osêyan, Kaniya Dapire, Kakshar Oremar, Kemal Bakan, Kerem Tekoglu, Kudret Uçuk, Kurdiye Irgat , Leman 
 
Leyla Şêr Elmas, , Liana Avdî M.Veli Karadeniz, Mahabad Felat, Mehmûd Badilî, Mehmud Yigit, Mela Bedirxan, Maziçinê, Mehmet Akdogan, Mehmet Balyan, Mehmet Çakmak, Mehmet Demir, Mervan Serhildan, Mehmet Devîren, Mehmet Saîd Arzû, Mehmet
 
Yardimci, Messo Bedirxan, Mewlut Aykoç, Mine Karakaş, Mirza Ronî, Mirad Bîlgîç, Murat Kan, Mordem Zel, Narin Gezgor, Nazim Kok, Nesrîn Navdar, Neşe Toprak, Necat Baysal, Nûrcan Delîl, Nurani Durwelat, Nûdem Hezex, Nîhat Gultekin, Osman Ozçelik,
 
Ozgur Amed, Omer Fidan, Ramazan Kaya, Remziye Oncel, Reyhan Îlke, Resul Ceylan, Rêzan Îssa, Rêzan Aktulum, Rifat Ronî, Roj Agir, Rojîn Zarg, Tîgrîs, Ronahî Çelik, Roza Metîna, Ruhan Mavruk, Rûkiye Ozmen, Samî Tan, Saliha AyataSalihê Mewalî ,
 
Sadrettin Yigit , Sema Asî, Selda Kaya , Seyrana Celadet, Seydi Turgut, Sultan Yaray, Şahabettin Demir, Şerefxan Cizîrî, Şemdin Çolemêrg, Şervan Azad , Şevger Çolo, Şoreş Reşî, Sîpan Sînda, Şilan Elmas Kan, Şiyar Buzcu, Şoresger Karakol , Qadîr Egîd, Veli Bindalli, Xakî Bîngol,  Xecê Şen, Xaylaza Reşîd, Xemla Bayê, Yaşar Aksu, Yucel Aslan, Zana Farqînî, Zozan Gulan, Zubêr Zeynal, Hemîd Dilbihar.