91’emîn salvegera Geliyê Zîlan: Hîna jî gîha şîn nabe

  • 09:04 12 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Di ser Komkujiya Geliyê Zîlan de 91 sal derbas bû û şahid diyar dikin ku hîna li wê herêmê gîha şîn nabe. Şêniyên herêmê çîroka ku nîfş bi nifş heta îro hatiye wiha vedibêjin: “Hîna hestî li wir in. Cenazeyên mirovan di germa rojê de, di serma zivistanê de terkî rizandinê kirin.”
 
Kurd Zîlanê wek vejîna nû bi nav dikin. Kurdên bi dehan carî hatin qirkirin, dibe ku ji ber vê wek ji nû ve vejîn bi nav dike. Kurdên ku ji gelên Mezopotamyayê ne, metafora xwe ji vegotinên dîrokî û mîtolojîk digire. 
 
Her kes şahidê komkujiyê ye
 
13’ê Tîrmeha 1930’î ku wek Komkujiya Zîlanê tê zanîn, pêk hat. Bi Kurdan re li her malekê navê Zîlan heye. Ev jî nîşaneya xwedîderketina hişê civakî ye. Di ser komkujiyê de 91 sal derbas bû. Li navçeyê ji 7’an heta 70’ê her kes şahidê komkujiyê ye. Welatiyek ku em bûn mêvanê wan wiha got: “Berê pirsgirêka ceyranê hebû. Em li dora finda dihat pêxistin dihatin dora hev û pîra min behs dikir. Tiştên li Geliyê Zîlan hatiye jiyîn wek çîrokekê vedigot. Ez bi van çîrokan mezin bûm.”
 
Hejmarên fermî 15 hezar kesî dinivîse
 
Li herêma Geliyê Zîlan ewil di 1915’an de Ermenî hatin qetilkirin û piştre jî di 1930’î de kurd hatin qetilkirin. Beriya Tevgera Giran a Sêyemîn a ji aliyê 9’emîn Kolorduya di bin komuta Ferîk Salîh Omurtak de bê destpêkirin li Geliyê Zîlan ya girêdayê Erdîşê ya Wanê komkujî pêk hat. Li gorî daneyên fermî yên dewletê li 44 gundî 15 hezar kurd hatine qetilkirin. Ev komkujiya di dîroka fermî de cih nedanê, li dîroka din wek Komkujiya Zîlanê bi cih bû. Bi hezaran kes bi komî hatin gulebarankirin. Hatin surgunkirin. Sewalên wan hatin desteserkirin. Malê wan hatin desteserkirin. Yên sax man jî reviyan. Her çiqas hejmar wek 15 hezar bê nîşandan jî hejmara kesên hatine qetilkirin ji 40 hezarî zêdetir e.
 
Li Zîlanê hilweşîna hiş
 
Li Geliyê Zîlan piştî polîtîkaya tehcîrê şûnde Afgan hatin bicihkirin. Zîlan ku di sedsala 20’an de bi komkujiyan re hat rû hev, di sedsala 21’ê de jî niha bi HES’an talan dikin. Bi HES’an hewl didin gorên komî jî ji holê rabikin û niha li zozanên Şahbazar madenên lêgerîna zêran a siyanurî tê avakirin. Gel bi hilweşîna hiş re rû bi rû ye. Li herêmên Sogutlu, Magara û Koycu bermahiyên Ermeniyan tê dîtin.
 
Qada hevpar a kurd û ermeniyan
 
Em komkujiya Zîlanê ji şahid û kesên xizmên xwe winda kirine guhdar dikin. Em diçin gundê Doluca ya Osman Îlerî yê 110 salî. Gundê Doluca li gorî gundên din hinek din bilindtir e. Li Doluca jî wek gundên din, gorên Ermeniyan hene. Demek dirêj kurd û ermenî li vir bi hev re jiyane. Şêniyên gund diyar dikin ku kurd û ermeniyan ji hev re digotin Kirîv.
 
‘Her kes di wê qiyametê de tune bû’
 
Osman Îlerî yê 110 salî diyar dike ku wê demê siyaset hebû û bersiva pirsa me ya ‘siyaset çi ye?’ jî wiha vedibêje: “Qiyamet e. Wê rojê qiyameta me bû. Her kes di wê qiyametê de tune bû.”
 
Zexta leşkeran hîna didome
 
Hazal Yildiz a 66 salî ku xizmên xwe di komujiyê de winda kiriye, got hîna jî zextên leşkeran didomin û got: “Hîna leşker bi kêfî bi ser gund de digirin. Salên dirêj ji ser komkujiyê re derbas bibin jî polîtîkayên komkujî û qirkirinê didome. Berê jî leşkeran bi ser gund de digirtin, welatî kom dikir û îşkence dikir. Leşkeran kesek li ser hespê bidîta digirt û li wan didan. Ji ber tirsê kesî deng nedikir. Ji ber kurd nabin yek ev tişt tê serê kurdan. Bi sedsalan e em li dijî zextan têdikoşin. Lê me têkoşîna xwe baş xurt nekir.
 
‘Pitika di zikê dayikê de jî qetil kirin’
 
Ayşe Pîşîrgen a 85 salî ku dê û bavê wê ji komkujiyê sax xilas bûne, vegotinên bavê xwe radigihîne. Ayşeyê got: “Bavê min  got şêniyên Gundê Şahbazarê jî li çem kom kirine û qetil kirine. Bi tifingan gule reşandine ser mirovan. Bavê min wê demê xilas dibe. Bavê min digot leşkeran her kes gulebaran dikir, jinên ducanî zikê wan diqelaştin û zarok dikuştin. Her wiha piştî ku her kes gulebaran kirine, li ser sekinîne ku kesek xilas nebe, kes nereve. Hinek reviyane. Hinekan wek mirî deng nekirine. Bavê min digot kurd wek dijmin didîtin.”
 
’20 sal şûnde dîsa vedigerin gundê xwe’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku bavê wê piştî xilas dibe li navçeya Xamûrê ya Agiriyê bi cih dibe û got: “Bavê min wan 20 sal şûnde vedigerin gundê xwe. Her tişt ji nû ve çêkirine. Bi xizanî û birçîbûnê re têkoşiyane. Wê Xweda hesabê vê zilmê ji wan bipirse. Bi salan zext li me kurdan kirin. Em mafên xwe dixwazin.”
 
‘Hîna gîha şîn nabe’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî salan şûnde herêma Geliyê Zîlan ziyaret kiriye û wiha dawî lê anî: “Li cihên mirov hatine qetilkirin gîha şîn nabe. Hîha hestî li wan deran hene. Bi komî  bedena bê can a mirovan di bin germa rojê, di serma zivistanê de terkî rizandinê kirin. Mirov wê demê newêrîbûn xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Tirsek wisa bû, hîna îro jî hinek kesên navbera me newirên komkujiyê vebêjin. Lê me ji dê û bavê xwe komkujî guhdar kir û em hîn bûn.”