Greva birçîbûnê ya dorveger dê 15 rojan bidome

  • 14:49 11 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 227’emîn de berdewam dike, wê di salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de rojên wê bên zêdekirin û dê 15 roj dorveger bidome.
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46'emîn di roja 227'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dorveger dihat berdewamkirin wê di 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dijî hovîtiya li Zindana Amedê hatibû pêkanîn,  kom bi kom ji 15 rojan carekê dorvweger bê kirin.