Li Çewligê mirina jinekê ya bi gûman

  • 12:44 11 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
ÇEWLIG - Li Gundê Keran ê Kanîreşê  Kader Y. bi gûleya ji çeka cerdevanekî hat berdan jiyana xwe ji dest da.
 
Li gunde Keran ê naveçya Kanîreşê ya Çewlikê Kader Y. a ku ji bo betlanê hatibû gund bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da. Kader a ku ji Stenbolê bi hevjîn û zarokên xwe re hatibû gund betlanê hat îdakirin ku bi çeka cerdevanekî întîhar kiriye.
 
Kader a ku cenazeye wê ji aliyê malbata wê ve hat dîtin ji bo otopsiye Rakirin Nkexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.