Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 125’an de ye

  • 12:18 11 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 125’emîn de berdewam dike.
 
Malbata Şenyaşar ku sê xizmên wan ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 125’emîn de çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” ku dabû destpêkirin berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe didomînin.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî nobeta xwe wiha got: “Ez ne dayik im! We hevjînê min û du lawê min li nexweşxaneyê qetil kir. Ez lawê xwe yê sê sal in di hucreyê de ye dixwazim. Ji bo edalet were pêkanîn em ji rayedaran dixwazin ku guh bidin daxwaza me.”