‘Em ê li dijî qetilkirina jinan serî daneynin û têbikoşin’

  • 09:03 11 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Di 1’ê Tîrmehê de roja ku Peymana Stenbolê bi biryara serokkomar hate rakirin  Ayşe Sezayî ji aliyê mêrê pêre zewicî  Nevzat Dogma ve hat qetilkirin. Dotmama Ayşe, Mewlude Çelebî ya dema ku ji bo li dijî rakirina Peymana Stenbolê tevlî daxuyaniyê bûbû xebera qetilkirinê dibihîse wiha got:”Em ê li dijî qetilkaran  rexmê her tiştî li berxwe bidin.”
 
Ayşe Sezayî (40) ku bi eslê xwe ji Kerborana Mêrdînê ye di 15 saliya xwe de bi kurê xaltîka xwe Nevzat Dogma re tê zewicandin û li Şemzînanê bi cih dibin. Nevzat Dogma ji ber sûcê eroyînê ceza digire û diçin li Herêma Federe ya Kurdistanê bi cih dibin. Ayşe Sezayî ya ku dayika 5 zarokan e di 1’ê Tîrmehê de ji aliyê mêrê pêre zewicî ve tê qetilkirin. Dotmana Ayşe, Mewlude Çelebî têkildarî bûyerê bi ajansa me re axivî.
 
‘Dengê wê nehat bihîstin’
 
Mewludeyê da zanîn dengê Ayşeyê nehat bihîstin û wiha got: “Hîna Ayşe 15 salî bû û bi dilê xwe nehat zewicandin. Piştî ku zarokên wê çêbûn pê hesiya ku mêrê pêre hatiye zewicandin karê eroyînê dike. Her ku mirov û xwe jehrî dikir dihat malê li Ayşeyê dixist. Nehiştin Ayşeyê zarokatiya xwe bijî û wî mêrî jî destûr neda ku di jiyana xwe de rehetiyê bibîne. Piştî ceza ji Nevzat re hat ew reviyan Herêma Federe ya Kurdistanê. Ayşeyê dayika 5 zarokan bû. Yê mezin 23 salî û yê biçûk jî 3 salî ye. Bêhna Nevzat dema teng dibû li zarokan jî dixist. Ya ku herî zêde Ayşeyê diêşand jî ev bû. Telefonî bavê xwe kir û bûyer jê re vegot. Lê dîsa jî dengê wê nehat bihîstin.”
 
‘Em ê li dijî qetilkirina jinan serî daneynin û têbikoşin’
 
Mewludeyê bi lêv kir ew ê tu carî serî netewînin û wiha berdewam kir: “Di 1’ê Tîrmehê de weke tê zanîn Peymana Stenbolê ya bi salan e di rojevê de ye bi awayekî fermî ji aliyê serokkomarê Tirkiyeyê ve hate rakirin. Ji bo wê jî bi rojan bû em weke jin li qadan bûn. Me dengê xwe bilind kir. Di 1’ê Tîrmehê de dema ku em di daxuyaniyê de bûn xeber hat ji me re ku Ayşeyê ji aliyê Nevzat ve hatiye qetilkirin. Li Tirkiyeyê kujer bê ceza tên hiştin. Em bi êşa Ayşeyê aciz bûn lê em ê weke wê rojê jî tim li ser lingan bin û em ê li dijî qetilkirina jinan serî daneynin û têbikoşin.”
 
‘Zarokên wê pirsa wê dikin’
 
Mewludeyê bal kişand ser zarokên Ayşeyê û wiha got: “Me heta zarokên Ayşeyê anîn bakur em pir aciz bûn. Lewra me niha anîne û bi taybet herdu zarokên wê yên biçûk pir pirsa wê dikin. Dibêjin diya me wê kengî were. Li pêş wan diya wan hat qetilkirin û ev ji hişê wan dernakeve. Wê demê ji tirsan ew reviyane malên cîranan.”