ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2021’Ê

  • 09:00 11 Tîrmeh 2021
  • Rojev
 
* Narîn Guray, serê sibê şiyar dibe û diçe sewalên xwe xwedî dike, piştre berê xwe dide baxçeyên xwe yên sebzeyan û herî dawiyê jî ber bi mala xwe ve diçe. Li gorî Narînê karê ku jin dike zehmet e û got: "Heke jinek bixwaze dikare bi ser keve. Tenê divê ji hêza xwe haydar be. Bikare ku vîna xwe ya azad ji qalîbên civakê rizgar bike." BI DÎMEN
 
* Di 1’ê Tîrmehê de roja ku Peymana Stenbolê bi biryara serokkomar hate rakirin  Ayşe Sezayî ji aliyê mêrê pêre zewicî  Nevzat Dogma ve hat qetilkirin. Dotmama Ayşe, Mewlude Çelebî ya dema ku ji bo li dijî rakirina Peymana Stenbolê tevlî daxuyaniyê bûbû xebera qetilkirinê dibihîse wiha got:”Em ê li dijî qetilkaran  rexmê her tiştî li berxwe bidin.” BI DÎMEN
 
* Jinên li nav erdan bi 12 saet mesaî ji mêran kêmtir pere digirin, piştî tên malê li malê jî kar dikin, li zarokan dinêrin û 6 saet mesayî jî li malê dikin. Jinên bi barê giran dest bi rojê dikin, rojaneya wan 60 TL ye. Hinek bi vî pereyî 5 lître run digirin û hinek jî hewl didin ku bi vî pereyî zarokên xwe têr bikin. BI DÎMEN
 
* Bi 4’emîn Pakêta Darazê ya der barê îstîsmara zarokan de, lêgerîna şerta ‘delîla şênber’ gelo di rojeva çapemeniyê de ye?An jî sê meymûnan dilîzîn û  zarokan dikşîn nav vê îstîsmarê û wê çavên xwe bigirin? Di vê biryarê de kî sûcdar e?