Şandeyên ku berê xwe didin Êlihê tên astengkirin: Gulîstan Yilmaz hat binçavkirin

  • 15:59 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişînin ser tecrîd û greva birçîbûnê dê îro daxuyaniyekê girseyî bidin. Şandeyên ku ji bajarên cuda û navçeyan bi rê ketin tên astengkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gulîstan Yilmaz a ku bi şandeya Amedê re diçû Êlihê hat binçavkirin.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê îro li Parqa Ataturkê ya Êlihê daxuyaniyekê girseyî li dar bixe. Ji gelek bajarên herêmê ji bo daxuyaniyê şande berê xwe dan bajêr. Şandeyên ku bi rê ketin hatin astengkirin. Şandeya ku ji Amedê bi rê ket di nokteyên lêgerînê de hatin sekinandin û nasnameyên wan ji GBT'ê hatin derbaskirin. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Yilmaz jî bi hinceta di derbarê wê de biryara girtiyên heye hat binçavkirin. Gulîstanê piştî îfadeya polîsê birin Edliyeya Êlihê. Her wiha destur nehat dayin ku şandeya ji Amedê hatî bikevin Êlihê.
 
Her wiha şandeya ku ji Mêrdînê bi rê ketin piştî lêpirsina GBT'ê cezayê trafîkê ji wan hat birîn. Her wiha şandeya ku ji Hezoya Êlihê bi rê ketin jî hatin rawestandin.