Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin

  • 14:55 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Doznameya doza ku bi daxwaza girtinê li HDP’ê hatibû vekirin, ji partiyê re hat ragihandin. HDP’ê li ser medyaya sanal têkildarî mijarê daxuyanÎ da û diyar kir ku ew amadekariya parastina siyasÎ ya di çarçoveya demokrasî û hiqûqê bikin.
 
Doznameya doza ku bi daxwaza girtinê li HDP’ê hatibû vekirin û 70 qlasorên zêdek duh ji partiyê re hat ragihandin. HDP’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku bi pêşengiya Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a partiyê ji aliyê komeke ku ji hiqûqnas û akademîsyenan pêk tê ve parastineke berfireh tê amadekirin.