Vê hefteyê Xizmên windayan li aqûbeta Fethî Yildirim pirsîn

  • 12:54 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED -  Vê heftê Xizmên windayan, li aqûbeta rêveberê DEP'ê Fethî Yildirim pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 648'emîn de bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta rêveberê Partiya Demokrasiyê (DEP) Fethî Yildirim ku di sala 1994'an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Saçaklidir, çîroka Fethî Yildirim vegot. 
 
Mehmet, diyar kir ku Fethî, di 4'ê çileya 1994'an de bi rêveberên partiya xwe Alî Kûran û Nacî Kapancilar re çûye mala Abdo Mûtlû ku ji Almanyayê hatibûye û wiha got: "Piştî çend saetan polisan bi ser malê de girtiye û Fethî Yildirim, Alî Kûran, Nacî Kapancilar xwediyê malê Abdo Mûtlû binçav kirine. Alî Kûran ku di heman şevê de saet di 23.00'an de hatiye berdan li Suleyman Yildirim geriyaye û gotiye ku ji bilî Fethî Yildirim tevhatine berdan." 
 
Mehmet, vegotina Alî û Nacî ê derbarê bûyerê de wiha ragihand: "Dema ku em li malê rûniştîbûn, Ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê; polisên bi navê Selçûk Ûygûr, Osman Harman, Alptekîn Kartal û Ûgûr Avşar jî di nav de komeke qerebalix a polisan bi ser malê de girt. Me li hev civandin û pirs kirin ku kî ji me Fethî Yildirim e. Dema ku hîn kirin Fethî kî je me ye, çavê me her çaran jî girtin û bi xwe re birin. Piştî 2 saetan çavên me vekirin û ji me xwestin ku em girtekeke ku nivîsandin îmze bikin. Di vê navberê de me ferq kir ku Fethî ne li cem me ye. Piştî îmzeyan me berdan."
 
Di berdewamê de Mehmet, destnîşan kir ku malbata Fethî serî li hemû saziyan xwedî raye dane û ji ber tu bersiveke erênî negirtine serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye.