Mexmûriyan serdana çalakvanên greva birçîbûnê kirin

  • 12:00 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin. Çalakî di roja 205’an de berdewam dike.    
 
 Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargehê her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin. Çalakî bi koma 103’an di roja 205’an de bi awayekî biryardarî berdewam dike.
 
‘Em ê li kolanan bin’
 
Li ser navê koma gel Nurcan Kabul di seredanê de axivî û wiha got: ‘’Armanca hemû çalakiyên me diyar e, tenê daxwazek me heye ku ew jî em bi awayekî azad li Kurdistanê bi Serokatiya xwe re azad bijÎn. Heta ku em negihin armanca xwe em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê li kolanan bin.
 
‘Em tu carî dev ji doza xwe bernadin’
 
Li ser navê koma çalakiyê jî Hecî Ehmed Nerexî jî di serî de xêrhatin kir û wiha hestên xwe anî ziman: ‘’Di roja me ya îro de li her deverên ku kurd lê dijî çalakiyên bi bandor hene. Daxwaz û armanca me diyar e, em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dixwazin. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelê me gelek bedelên giran dane, ger ku pêwîst bike wê were dayîn jî. Ji ber wê sedemê em tu carê dev ji doza xwe bernadin. Di dawiyê de jî serkeftinê ji berxwedana gerîla re dixwazim.’’