Girtiya hat îdakirin întîhar kiriye xeteriya wê ya jiyanê didome

  • 09:16 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT- Selîme Tîmurtaş a ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M dima û hat îdakirin ku di 26’ê Gulanê de întîhar kiriye û rakiribûn nexweşxaneyê xeteriya wê ya jiyanê didome. Dayika Selîmeyê Rabîa Tîmurtaş, destnîşan kir ku ew bawer nakin keça wan întîhar kiribe û xwest ku bûyer bê lêkolînkirin.  
 
SelîmeTîmurtaş a 27 salî ku di 15'ê Gulanê de li Sêrtê hat binçavkirin şandibûn girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.  Selîme ya ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê (Covît -19) de li gel du kesên din kiribûn karantînayê, Di 26’ê Gulanê de rêvebiriya girtîgehê li malbata wê geriya û îda kir ku Selîmeyê întîhat kiriye. Selîmeya ku ji 26’ê Gulanê vir de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê di beşa lêniherîna giran de tê dermankirin,  xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.
 
Parêzera Selîme, ÎHD û Baroya Êlihê ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin serî li saziyên têkildar dan. Dayika Selîmeyê, Rabîa Tîmûrtaş  darbarê rewşa keça xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Keça min bêsûc hat girtin’
 
Rabîa, bibîrxist ku keça wê dema li zozanan bû ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û girtin û wiha got: “Keça min  tim li zozanan û karê xwe dikir. Lê ew li ser Pira Bêdarê ya  navçeya Xisxêrê hat binçavkirin û bi îdaya 'endamtiya rêxistinê' hat girtin. Piştî ku keça min girtin bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê wê birin kirin karantînayê. Lê piştî 14 rojên wê di karantînayê de qediyan agahiya ku întîhat kiriye dan me.”
 
Malbat ji rewşa keça xwe bi gûman e
 
Rabîayê, destnîşan kir ku ew ji ber întîharê di nava gûmanan de ne û wiha pêlda axaftina xwe: “Keça min ne kesekî wisa bû ku rabe xwe bikûje an jî întîhar bike. Tu pirsgirêkên keça min tunebûn. Lê rêvberiya girtîgehê ji me re got ku keça we întîhar kiriye. Divê rewşa keça min bê lêkolînkirin û rastî derkeve holê. Li gor agahiyên ku dane me, du kesên dinê jî tevî Selîmeyê  di karantînayê de bûne. Li gor gotina wan piştî ku Selîme diçe serşoyê 5-6 deqe dibore. Ew jî mereq dikin û dibêjin çima derneket û bi vî awayî ji rewşa keça min haydar dibin. Ez di gûmana ku keça min bi destê hin kesan ketibe vê rewşê de me.  Keça min çima întîhar bike? Dema keça min rakirin nexweşxaneyê jî leşker danîn ber deriyê odeya lê dima û  destûr nedidan ku ez biçim keça xwe bibînim. Ji me re hat gotin ku bi çarikê xwe daliqandiye. Dibe ku tiştek anîbin serê keça min. Ez bawer nakim ku keça min xwe întîhat bike.  Dema me rb bûyer bihîst em matmayî man.”
 
Rabîayê destnîşan kir ku keça wê niha di nexweşxaneya Êlihê de ye û tê derman kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa keça min hîn girane. Em dixwazin rastiya vê bûyerê derbikeve holê.  Em bang li rayedaran dikin û bûyerê ronî bikin. Em destûrê nadin ku ser bûyerê bê girtin.”