'Piştî 28 salan vegeriyam gundê xwe'

  • 09:16 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane

Medya Uren

MÊRDÎN - Emîne Kavcu ya ku ji Gundê Qurdîsa yê girêdayî Mêrdînê ye di encama êrişên dewleta tirk ên di 1993’yan de koçî Stenbolê bû. Piştî 28 salan vegeriyan gundê xwe û bang li hemû kurdan kir ku vegerin gundên xwe.

Dewleta tirk ji salên 1984’an ve bi qasî 3 hezar gund vala kir û bi milyonan welatî neçarî koçberiyê hatin kirin. Zêdetir van welatiyan li metropolên Tirkiyeyê yan jî li welatên cuda bi cih bûn. Bi salan in koçber li dijî gefên dewletan jî li dijî polîtîkayên wan ên taybet ên li ser kurdan têkoşînê didin. Lewra di nava metropolan de bi zêdayî rastî qirkirina çandî û ziman hatin. Yek ji van gundên ku hatine valakirin jî Gundê Qurdîsa yê girêdayî Mêrdînê ye. Malbata Emîne Kavcu jî di salên 1993’yan de koçî Stenbolê dibe. Piştî 28 salan jî vegeriya gundê xwe û li ser erdê xwe cihê xwarinê ava kir.

Neçarî koçberiyê dibe

Emîne Kavcu di salên 1961’ê de li Gundê Qurdîsa yê Mêrdînê ji dayik dibe û di 17 saliya xwe de tê zewicandin. Emîne dibe dayika 5 zarokan û di temenê xwe yê 32 salî de di salên 1993’yan de neçarî koçberiyê dibe û li Stenbolê bi cih dibe. Beriya koçberiyê jî keçek wê winda dibe û hîna xeber jê nehatiye girtin. Li koçberiyê, di jiyaneke xizaniyê de dijî û ew bi malbata xwe re têkoşînê dike.

'Me li ser axa me birçî hiştin'

Emîne Kavcu di serî de qala jiyana xwe ya gund dike û wiha dibêje:"Piştî ku kurdan serî rakir şûnde, bi hinceta ku di gundan de nikaribin xwe bidin jiyîn êrişeke taybet çêbû. Beriya ku me koçber bikin bi salan em di nava gef, tundî û êrişan de man. Li me dixistin, gelek kes hatin wendakirin an jî hatin qetilkirin. Dixwestin me bitirsînin. Ji bo vê ji her rêya tundiyê bi kar anîn. Dixwestin em ji bo wan bixebitin. Ma mirov îxanetê li nîjadê xwe dike? Dixwestin em vê yekê bikin. Lê me tucarî qebûl nekir. Bi salan em bi hev re man. Di gundên xwe de em birçî man."

'28 sal in em fêrî metropola nebûn'

Emîneyê diyar kir ku ew neçar dihatin hiştin ku koçber bibin û wiha berdewam kir:"Birçîbûn gelek zor e û me bi vê re rû bi rû dihiştin. Me neçar dihiştin ku em koçber bibin. Rexmê van gefan hemû gundî jî li ser erdên xwe têkoşiyan û ev ji gundên xwe bernedan. Lê belê herî dawî gundên me hatin şewitandin û bi mirinê gef li me dixwarin. Em reviyan. Me tiştek bi xwe re nebir. Em çûn bajaran, cihên ku me qet nizanibû. Avahî, ziman, çand û jiyan  ji me re biyanî bû. Em xizan jî bûn, nan tunebû em bixwin. Ev 28 sal in jî em fêrî bajaran nebûn. Li Stenbolê welatiyên me pir êşandin."

'Bi salan bû ez li benda vê rojê bûm'

Emîneyê bal kişand ser vegera xwe û wiha pê de çû:"Li Metropolan tu weke koleyan dijî. Di bin emrê vê yan vî de yî. Me bi salan li dijî koletiyê serî rakir. Zarokên min ji cihekî şûnde ev qebûl nekirin û em vegeriyan welat. Vegera me jî zehmet bû. Em ditirsiyan. Me digot em herin wê car din êriş li ser me çêbibe. Lê belê hatina me kêfek cuda bû. Dema min gava xwe avêt ser axa xwe hestekî giran min dorpêç kir. Min bi hesret li xaniyê xwe yê xerabe nihêrt. Weke ku ez tim li benda vê rojê bûm. Me li vir jî kar û barên xwe kir. Me tesîsek  xwarinê ya bi navê Dîjle vekir û em masiya çêdikin. Em hewil didin li vir debara xwe bikin."

'Bila herkes vegere gundên xwe'

Emîneyê têkildarî jiyana bajaran jî wiha got:"Em li wir perîşan dibin, hemû kurdên me wisa ne. Ji ber xizaniyê serî li rêyên cuda didin. Li metropolan nîjadperestiyek mezin jî heye. Bi sedan nîjad belkî li wir hebin lê tenê nîjadperestî li dijî kurdan tê meşandin. Vê jî ciwanên me ber bi pirsgirêkên derûnî ve dikişand. Xwe bindest û wekî nîjadekî gunehbar didîtin. Ji ber wê yekê ger mirov zilmê jî bibîne divê mirov li ser erdê xwe be. Mirin jî û jiyan jî li erdê me xweş e. Ez bang li hemû gundiyan dikim. Bila herkes vegere gundên xwe."