Tulay Hatîmogullari:Divê PDK peymana hunermendan baş fam bike

  • 09:03 10 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE -Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê li dijî êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistan û Şengalê  yekitiya neteweyî xurt be û peyama hunermend û rewşenbîrên Kurd ji aliyê PDK’ê ve baş bê fêmkirin û li gorî vê helwest bê nîşandan.
 
Tiştên di rojên dawî de li Sûriye û Iraqê tên jiyîn pêvajoyek nû da destpêkirin. Di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraq û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de di 9’ê cotmeha 2020’î de peymanek hat îmzekirin û piştî vê  di rojên borî de Artêşa Iraqê leşker li gundê Gir Zerik a Tîl Ezer ya başûrê Şengalê bi cih kirin û  gel barîkat ava kirin û pêşî lê girtin. Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê jî koma  girêdayê rejîmê Dîfa El Wetenî  êrîşî Hêzên Ewlehiya Hundir kiribûn. Nivîskar, rewşenbîr, hunermend û saziyan li dijî êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdsitanê banga yekitiya neteweyî kirin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê girîngiya yekitiya neteweyî de nirxandin kir.
 
‘Ev êrîşek li hember Gelê Kurd e’
 
Tulayê daxuyakirin ku operasyonên li hember Şengalê ne nû ne û bi şerê Sûriyeyê re gelek  rêxistinên afirîn li hember Şengalê êrîşên mezin pêk anîn û ya herî mezin jî bi destê DAIŞ’ê pêk hat. Tulayê wiha berdewam kir: “Sedema dubarekirina van êrîşan ev e ku yekitiya Kurdan xera bikin. Gelê Kurd girîngiyê dide yekitiya neteweyî. Em partiyeke di mijara yekitiyê de bang dike ne. Xuyaye ku desthilatdarî vê yekitiyê naxwaze. Ne tenê ji bo bakurê Kurdistanê, li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn jî hewl dide ku têkoşîna kurdan asteng bike. Li başûrê Kurdistanê ji xwe operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Êrîşên ku sîvîlan hedef digirin pêk tên. Herî zêde jî Şengalê ji vê nisîbê xwe girt.”
 
‘Divê PDK peyamanê baş fam bike’
 
Tulayê destnîşan kir ku  PDK zemîna êrîşan xurt dike û wiha pê de çû: “Di rojên borî de hunermendên Kurd, rewşenbîran hevdîtinên bi PDK’ê re hatiye kirin û bangên xwe bi bîr xistin. Van hêzên dagirker û binpêker li vê erdnîgariyê parçebûn bi ser xistine. Di feraseta mêtînger a bi sedan sale li Rojhilata Navîn didome de, dewletan hiştên nû hilberandin û heta îro anîn.  Şerên mezhebî yên cidî dan û hegomonya pêk anîn.  Ger Kurd navxwe de pevçûnin ev bêguman wê fêdeyê bide ferasetên serdest. Divê PDK li dijî operasyona dersînor be û berjewendiyên Gelê Kurd bike rêza yekem. Divê PDK peyamanê baş fêm bike û li gorî vê hewlestê nîşan bide.”
 
‘Zemîna pevçûnê xurt tê kirin’
 
Tulayê balkişand ser  bêdengiya welatên DYA û YE’ê ya li hember şerê li Rojhilat tê meşandin û ev tişt daxuyand: “Hêzên emperyal ji bo gelên wir biryareke bi fêde nagirin. Li Sûriyeyê TSK’ê operasyona dersînor pêk anî. Bi hevkariya du welatan pêşiya operasyonan bi dehan carî hat vekirin. Kurdên çar parçeyî mafên xwe  daxwaz dikin.  Kurd li Tirkiyeyê jî heman daxwazan dikin. Sûriyeyê sazbûnek xweser û federal daye pêş xwe. Li Iraqê tevî rêveberiyek herêmî heye , daxwaza gelê Kurd a yekitiyê heye. Nêzîkatiya hikûmetên van welatan jî wek ya Tirkiyeyê ye.  Hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze mafên Kurdan bikeve bin destura bingehîn. Ji bo vê jî her tim zemîna pevçûnan xurt dike. Iraq jî heman tiştî dike. îran jî heman tiştî dike. 
 Niha diçe Iraqê û heman tiştî dike.”
 
‘Hewcedarî bi bernameyek pêvajoya aştiyê ya hevpar heye’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de  bi lêv kir ku şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe û got: “Li Tirkiyeyê hîna pisgirêka Kurd ya canê mirovan dişewitîne heye. Ger ev pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk neyê çarserkirin wê li welatên din jî nêzîkatiyeke wisa tune be. Li Sûriyeyê pirsgirêka Îdlîbê heye. Ji bo Îdlîbê pêvajoyek siyasî dest pê nake. Dema rewş wisa be ger ku gel bi hev re têkoşînek enternasyonalît, çanda piştevaniyê pêş nexîne wê zêdetir bedelên giran bidin. Me seranserê dîrokê şahidiya van kiriye. Em dikarin bi hemû gelên vê erdnîgariyê re têkoşîneke rêxistinkirî bidin. Hewce bi bernameyeke xebata rêxistinkirî ya pêvajoya aştiyê heye.”