ÎHD'a Amedê bi rojnamevanan re civiya

  • 13:05 9 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Amedê bi rojnamevanan re civiyan û qala xebatên ÎHD'ê ji rojnamevanan re kirin. 
 
Endamên Lijneya Rêveberiyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê li avahiya komeleya xwe bi rojnamevanan re di civînek taştê de civiyan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytûn û rêveber di civînê de amade bûn. 
 
Gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn. Rêveberên ÎHD’ê di civînê de têkildarî xebatên xwe yên niha û yên pêşerojê de axivîn û qala bernameyên li pêşiya xwe kirin. Di civînê de ji bo parastina mafê mirovan îşaret bi hêza çapemeniyê hat kirin û hat gotin divê li her qadê mafê mirovan were parastin.