Li Mexmûrê koma 103’yemîn greva birçibûnê dewr girt

  • 11:59 9 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 103’yemîn grev dewir girt û çalakî 204 roj in didome.   
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargeha Mexmûrê ket roja xwe ya 204’an. Her wiha çalakî îro ji hêla koma 103'yemîn ve dewr hat girtin. Merasîma dewr girtinê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘Ger em bi biryarbin tu hêz nikare me'
 
Li ser navê çalakvanan Hewar Gabarî xêrhatina gel kir û got: "Weke wargeha şehîd Rûstem Cûdî em weke derguşa şoreşê bi nav dikin. Ji destpêka vê şoreşê heya îro me dergoşvantiya vê şoreşê kiriye, pêşvantiya wê kiriye û di asta gel de heya roja îro em hatin. Li hemû wargehan di vê rêya dûr û dirêj de em tim serkeftîne, ji ber ku em bi biryar û bi îradeyekê herî xurt em serkeftine. 
 
Dijmin çiqas bi xayînên xwe ve bên serme jî ger em bi biryarbin em ê her serbikevin. Dem dema azadiya serokatiyeyê. Em jî weke wargeha Şehîd Rustem Cûdî me pêşvania vê pêngavê kir. Heya niha me anî û her wiha em ê heya dawî jî bibin, het em digihin serkeftinê. Em bang li Gelê Kurd yê çar aliyên Kurdistanê dikin ku dibêjin em hatine ber bi serkeftinê ve û êrişên tên ser Gelê Kurd jî pir dijwarin ji bo wê yekê ev dem dema yekitiyê ye û divê Gelê Kurd li ku derê cîhanê dibin bila bibin divê milê xwe bide milê qehremanên xwe yên li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Em ê bi serkevin û tu hêz nikare xayîntiyê bide ferzkirin.”
 
Merasîma dewr girtinê bi dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.