Jinên li Qada Gundogdu kom bûn: Kêr gîhaye hestî

  • 10:04 9 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên ku tevlili mîtînga bi dirûşma "Ji bo demokrasiyê hilmek" a ji aliyê Hêzên Demokrasiyê yên Îzmîrê  ve hat lidarxisitn bûn, diyar kirin ku ew ê ji bo îqîtdara heyî bişînin li benda hilbijartinê nemînin û gotin, " Kêr gîhaye hestî, ji bo ku em hilmekê bigirin divê em hêza xwe bikin yek."
 
Di mîtînga Hêzên Demokrasiyê yên Îzmîrê ku di 8'ê Tîrmehê de li Qada Gundogdu hat lidarxistin gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û welatî tevli bûn. Kesên tevli mîtîngê bûn êrîşa li Ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku di encamê de Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest da şermezar kirin, portreya wê hilgirtin û banga têkoşîn bi hev re kirin.  
 
Jinên ku tevli mîtîngê jî bûn gotin , "Êdî bes e û dem dema guhetinê ye."
 
'Guhertin divê'
 
Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ceren Çepik, diyar kir ku ew ji bo mafê kesên ku bi cudakariyê re rûbirû dimînin bi parêzin û bibin dengê Denîz Poyraz hatin qadê. Ceren wiha berdewam kir, "Em li dijî qedexeyna hatine ku bibin hilmek û mafên xwe biparêzin. Em dixwazin ji van pêkanînan re bibêjin êdî bes e. Divê êdî hin tişt bên guhertin û em ji bo vê hatine vir. Ji ber ku em ne azadin em hatine vêderê."
 
'Êrîşek bi giştî heye'
 
Rêvbera Cihê Kar a hejmar 8 a Belediye Îş a DÎSK''ê Ferîde Konca jî diyar kir ku AKP êrîşî kedkar, jin, ciwan û bi giştî êrîşî tevahiya civakê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe , "Peymana Stenbolê hat betalkirin, kuştina jinan zêde bû, li dijî zarokan êrîşên zayendî zêde dibin û bi Kod-29 re kedkar terkî birçîbûnê hatine kirin. Li aliyekî qeyûm hene û êrîşî partiyê dikin. Avahiyên partiyan tên gulebarankirin û mirov tên qetilkirin. Êdî mirov fetisî ne. Em bi giştî hewl didin hilmê bigirin."
 
'Serê me bilind e'
 
Hilbijêra HDP'ê Mevlude Çelîk jî diyar kir ku ew ji bo li partiya xwe xwedî derên li qadn e û wiha berdewam kir, " Denîz Poyraz hat qetilkirin.  Serê malbata denîzê ji ber bilind e û serê me jî bilind e. Em ji ber têkoşîna xwe ne poşmanin wê têkoşîna me bidome."
 
'Em hatine dorpêçkirin'
 
Ji Tevgera Jin bi Hev re bi Hêz in Hacer Yeşîlçay jî diyar kir ku ew ji bo bêjin êdî bese tevli mîtîngê bûne û got ku zilma li jinan tê kirin rojeva wan a sereke ye. Hacer wiha berdewam kir, " Em hatine dorpêçkirin. Divê em têk neçin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Êdî kêr gîhaye hestî'
 
Ji Qadên Jiyanê ya Îzmîrê Îdîl Gokben jî got, "Her ku diçe bê însatir dibin.  Jin, xweza, mirov tên qetilkirin û dixwazin civakê bi giştî kole bikin.  Ji ber qirkirina tê kirin pirsigirêk di jiyana me de naqedin û em bedela vê giran didin. Em êdî nema dikarin hilmê bigirin û kêr gihaye hestî."
 
'Ji bo ku em hilmê bigirin divê em bibin yek'
 
Yasemîn Erden jî got ku ew ji Manîsayê tevli mîtîngê bûye û ev tişt got, " Bi êrîşa li ser hevrê Denîz Poyraz re careke din hat diyarkirin ku jin di bin zextê de ne. Divê ev têkoşîn bê mezinkirin û em hêza xwe bikin yek. Ji bilî vê tu rêyeke din tune ye. Ji bo azadiyê û ji bo ku em bikaribin hilmekê bigirin yekitî pêwist e."