Gulseren Yolerî: Em deng bidin dengê girtiyan

  • 09:05 9 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Sena Dolar
 
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku grevên birçîbûnê yê bêdem û dorveger didomin û wiha got: “Piştî ku windahiya can pêk bên, wateya nîşandana hestiyariyê wê tune. Hîna ku mirin çênebûne divê pirsgirêk bên çareserkirin."
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK’î li dijî tecrîda ku 22 sal in li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin û binpêkirinên mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Koma 45’an çalakiya greva birçîbûnê derwr girt û grev 225 roj li pey xwe hişt. Tecrîd di peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye û destura bingehîn de wek îşkence cih digire. Girtiyên ku çalakiya grevê didomînin jî diyar dikin ku divê dewlet berpirsyariya peymana ku îmze kiriye bîne cih. Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê  Gulseren Yolerî bi lêv kir ku grevên birçîbûnê wek hişyariyekê ne û gotin divê civak û rayedar li dijî vê hişyariyê bi hestiyar bin.
 
‘Rîska çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger heye’
 
Gulserenê destnîşan kir ku demek dirêj grevên birçîbûnê didomin û got: "Niha rîska ku wê biguherin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Em hemû dizanin ku ev rîsk tê çi wateyê. Di greva dorveger ya didomîn de gelek girtî gelek caran neçar man bikevin grevê. Demek kurt lê bi navberek kurt ketina grevan jî bi qasî greva dorneveger bi rîske. Em vê ji daxuyaniyên doktoran dizanin.”
 
Gulserenê daxuyakirin ku rayedaran heta niha ji bo daxwazên girtiyan tu bersivek erênî an jî neyînî nedaye û dewlet grevan ji nedîtîve tê. Gulserenê ev tişt anî ziman: "Heyeteke şopandinê ya ku mafên mirovan, rêxistinên tenduristiyê û hiqûqnas jî têde hat avakirin. Faliyetê heyeta şopandinê didomin.  Heyetê piştî serdanên girtîgehan raporên amade kirin jî bi rayedaran re parve kirin.”
 
‘Mafên girtiyan xesp dikin'
 
Gulserenê balkişand ser pisgirêkên ku girtiyên siyasî di pêkanîna înfazê de dijîn û wiha bi lêv kir: “Rayedar derbarê pirsgirêkan de nakeve tevgerê. Di nameyên ku girtî dişinin ÎHD’ê de pirsgirêkên derbarê pêkanîna înfazê de tên vegotin û pirsgirêkên tên jiyîn ne munferîtin û got: “Divê girtî li dijî pirsgirêkan helwesta polîtîk bigire. Di pêvajoya grevên li dijî tecrîdê de şertên tecrîdê hîn bêtir giran bûn. Pêvajoyeke ku xespkirin maf zêde bûye tê jiyîn. Ji ber grevê cezayên dîsîplînê zêde bûne.”
 
‘Divê dewlet îşkenceya ku pêk tê bide sekinandin’
 
Gulserenê bi lêv kir ku girtî li dijî tecrîdê ketine grevê û wiha nêrînê xwe anîziman: “Tecrîd, îşkenceye û sûcê mirovahiyê ye. Ev di Qanûna Cezaya Tirk de jî wisa ye. Ev pêkanîna îşkencê li dijî destura bingehîn û qanûnên vî welatî tê meşandin. Ev desthilatdariya ku dibêje ‘ji îşkencê re sifir tolerans’ divê demildest dawî li vê îşkencê bîne. Tecrîda li Îmraliyê pêk tê di înfazê de newekhevî ye. Pêkanîna înfaza taybet ya li ser Abdullah Ocalan pêk tê, binpêkirina mafê mirovan, peymana navneteweyî û destura bingehîne. Divê demildest dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn.”
 
‘Divê li dijî tecrîdê hêza civakî derkeve holê’
 
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de bidawîbûna tecrîd û pêkanîna daxwazên girtiyan berpirsyariya dewletê ye û wiha dawî lê anî: “Divê em xwê lêpirsîn bikin. Bi mîlyonan kes li dijî îşkencê ye. Li girtîgehan îşkence didome. Divê em nîqaş bikin ku gelo xebatên têr tên kirin an na. Divê em berpirsyariya xwe bînin cih. Grev wek hişyariyekê ne. Ji ber vê jî piştî mirinan, nîşandana hestiyariyê wateya wê tune. Divê em demildest tiştên pêwist bînin cih. Hîna ku mirin çenebûne divê pirsgirêk bên çareserkirin.”