ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 9 Tîrmeh 2021
  • Rojev
 
* Endama Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gulîstan Yilmaz, diyar kir ku hêrî zêde li hemberî jinên ciwan ên kurd polîtîkayên şer ên taybet tê meşandin û got: "Lê ciwan dê li dijî her cureyên polîtîkayên qirêj dê rêxistinbûnê esas bigirin û bi ciwanan re têkoşîneke hevpar bidin meşandin." BI DÎMEN 
 
*Di landika şaristaniyê de ango li herêma Mezopotamyayê bi hezaran cihên dîrokî li ser lingan mane û dibin meskenê çand, dîrok û geştiyariyê. Yek ji van cih û waran jî bajarê qedîm Dara ye. Kesên riya wan bi Mêrdînê ket bê guman pêwîst e li bajarê Qedîm li Darayê yê weke muzexaneyek servekirî ye bigere. BI DÎMEN 
 
*Dema zimanê akademîk tê gotin herî kêm du zimanên cuda tên hişê min. Yek zimanekî sterîl û tê fêmkirin ê ne  zehmet, zimanekî pozîtîvist e. Ev ziman xwe li ser hinek nirxandin û tespitkirina têkiliyan heyî dike. Ji kûrkirina nêrînê wêdetir, curebûn, pircivakîbûnê, biçûk dixîne û  vedibêje. Di esasê de zimanê pozîtîvîst û zimanê civakî yê kapîtalîzmê afirandiye gelek caran dişibe hev. Her du jî di alî dîrokê de cihê mêr û kirdebûna mêr esas digire û bi hevkariya ziman vê belav dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Jinên ku tevlî mîtînga bi dirûşma "Ji bo demokrasiyê hilmek" a ji aliyê Hêzên Demokrasiyê yên Îzmîrê  ve hat lidarxisitn bûn, diyar kirin ku ew ê ji bo îqîtdara heyî bişînin li benda hilbijartinê nemînin û gotin, " Kêr gîhaye hestî, ji bo ku em hilmekê bigirin divê em hêza xwe bikin yek." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku grevên birçîbûnê yê bêdem û dorveger didomin û wiha got: “Piştî ku windahiya can pêk bên, wateya nîşandana hestiyariyê wê tune. Hîna ku mirin çênebûne divê pirsgirêk bên çareserkirin." BI DÎMEN