Li Yewnanîstanê îşkence li endama PENa Kurd hat kirin
- 08:54 9 Tîrmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û endama PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Meral Şîmşek di 29'ê Hezîranê de dema ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bû ji aliyê polîsên Yewnan ve lêdan xwar û bi lêgerîna tazî rû bi rû ma.
Nivîskar û endama PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Meral Şîmşek di 29'ê Hezîranê de dema ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bû ji aliyê polîsên Yewnan ve lêdan xwar û bi jina ji Rojava Dîcle bi lêgerîna tazî rû bi rû ma.
Tevî ku Meralê ji polîsên Yewnanîstanê got bi îdiaya "propaganda","endamtiya rêxistinê" doza wê heye û ew endama PEN'ê ye jî polîsên Yewnan lê dane û dest dirêjî wê û jina Rojavayî ya bi navê Dicle ya li gel wê kirine.
Her wiha Meralê da zanîn polîsan dest xistine ser kompîtur, telefona bêrikê û pereyekî mezin ê li gel wan û piştî 24 saetan ew û jina li gel wê avêtine ava Meriçê.
Nivîskar Meral a xwediyê xelatên neteweyî û navneteweyî ye dema diçe Îpsalayê li wir bi hinceta "Qedexeya derketina derve binpê kiriye" hat girtin. Meralê piştî 8 rojî di girtîgehê de dimîne tê tehliyekirin.