Li Lyonê navê Hevrîn Xelef dan qadeke bajêr

  • 16:18 8 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Şaredariya Lyonê navê Hevrîn Xelef dan qadeke li bajêr.
 
Li Taxa Gûîllotîere ya Lyona Fransayê navê Hevrîn Xelefê dan qada ber bi xeraja berê ya Cîtronê. Şaredarê herêma 7’emîn a Lyonê Franny Dûbot got “Em vê fîgura sembolîk a kampa aştiyê ya welatekî şer lê heye silav dikin. Vê kurda femînîst a 35 salî hatibû qetilkirin.”
 
Hevrîn Xelef a di 15’ê mijdara 1984’an de ji dayik bûbû di 12’yê cotmeha 2019’an de li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk bi awayekî hovane hatibû kuştin. Xelef endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê bû.