Çalakvanên Mexmûrê: Berxwedan dê heta serkeftinê bidome

  • 12:04 8 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 203’yemîn de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 102’yan di roja 203’yemîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê hatiye dest pê kirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayeke girseyî tê ziyaretkirin û moral didin çalekvanan. 
 
Çalakvan Hacer Tok di serdanê de axivî û got: “Me pêngava dem dema azadiya Rêber Apo da destpêkirin û pêde cîhan ji me tirsiya. Hevayî hêzên cîhanê tirsiyan û gotin wê azadiyek çêbe, ji ber wê yekê tevayî hêzên navdewletî xwe kirin yek û li dijî Gelê Kurd komployek dan destpêkirin û birakujî di nava me da dan destpêkirin. Em tevayî dewletên ku destê wan di nava êrîşên ser Gelê Kurd de heyî û her wiha hevkarên wan jî şermezar dikin. Ji ber ku wan hemûyan bi hev re em komplo ser serokatiya me anî û dan destê dijmin, di tu dîn û mezheban de nîne ku serokek weke serokê me birin kirin nava behran de. Çiyayên Kurdistanê dîroka bav û kalên me ye em tucar ji çiyayên xwe dernakevin, ew der mala me ye û em tucar dernakevin ji mala xwe."
 
‘Em ê xwedî li vî çîroka xwe derkevîn’
 
Li ser navê çalakvanên greva birçîbunê jî Hewar Gabar xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Tê gotin ku herkes dikare bijî lê kes nikare çîrokek biafirîne. Di nava 27 salan de me çîrokek bê hempa afirand. Di tevayî jiyana kurdan de tu kesî weke gelê Wargeha Mexmûrê çîrokek wisa bi berxwedan nedîtiye. Ya girîng em ê li vê çîroka xwe xwedî derkevin, em li paşeroja xwe xwedî derkevin. Em vê çîroka xwe ji zarokên xwe re bêjin."