Bavê Mizgîn Çîçek: Hewce bike heta DMME’ê diçim

  • 09:07 8 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Mîrzeydîn Çîçek da zanîn ku keça wî Mizgîn Çîçek a li Girtîgeha Şakranê girtiye, bi hinceta ku derbasî ‘qawişa serbixweya’ nebûye ji mafê berdana bi kontrol fêde negirtiye û got ev rewş nayê qebûlkirin, hewce bike wê biçe DMME’ê.
 
Mizgîn Çîçek ku dema xwendekara Mamostetiya Beşa Civakî ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê bû di 23’yê Adara 2017’an de hat girtin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û înfaza cezayê piştî daket salekê ji bo berdana bi kontrol serî li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya lê girtiye da. Lê îdareya girtîgehê got  daxwaznameyê bi şerta ‘qawişa serbixwe’, ‘poşmanî’  dikarin bikin meriyetê.
 
Di demên dawî de li gelek girtîgehan şewitandina înfazan tê rojevê û malbat û parêzvanên maf ên binpêkirina dikin rapor, diyar kirin ku Girtîgeha Şakranê di vê nokteyê de herêma pîlot e.
 Bavê Mizgînê, Mîrzeydîn Çîçek, daxuyakirin ku du zarokên wî girtîne û her du zarokên wî jî ji ber sedemên polîtîk neçar mane welat terk bikin û zarokê wî jî  li Kobanê jiyana xwe ji dest daye. Mîrzeydîn bi lêv kir ku dewlet bi vî awayî tolê ji wan digire.
 
‘Bi kêfî tê girtin’
 
Mîrzeydîn daxuyakirin ku di pêvajoya darbeya 1980’ê de ew jî hatiye girtin 20 mehan girtî maye û got: “Parvekirinên çapemeniya civakî û nameya ku keça min ji birayê xwe re şandibû, bû sedema girtina wê. Ji roja keça min hatiye girtin sê caran derketin dadgehê. Her carê dozger tahliyeya wê xwest, lê heyeta dadgehê biryara tahliyeyê neda. Dadger bi kêfî keça min digire.”
 
‘Hewce bike ez ê biçim DMME’ê’
 
Mîrzeydîn bi lêv kir ku keça wî ji bo înfaza cezayê 4,5 mehan daxwazname nivîsiye û got: “Lê bi şerta ku biçe qawişa serbixwe hatiye redkirin. Gelo ev niha hiqûqî ye? Îdareya girtîgehê bi kêfî tev digere. Ez qebûl nakim. Ez ê serî li cihên hewcedar bidim. Hewce bike ez ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidim.  Çar sal û nîv e girtiye. Dema hat girtin li zanîngehê di pola dawî de bû. Sê meh mabû dibistanê biqedîne. Ger qanûn, dewletek hiqûqî hebe jî ev maf hemû binpê kirine.”
 
’11 sale li girtîgehan digerim a herî xerab Şakran e’
 
Mîrzeydîn bal kişand ser binpêkirinên mafan û wiha dirêjî dayê: “Herî zêde li Girtîgeha Şakranê binpêkirin hene. 11 sal in li girtîgehan digerim, diçim hevdîtinan. Ya herî xerab Şakran e. Keça min ji çav, mîde û pişta xwe ne rehet e. Di çûyîn û hatine nexweşxaneyan de pirsgirêkan dijîn. Keça min dema diçe nexweşxaneyê rapora wê winda dibe. Ka bifikirin rapor çawa dikare winda bibe. Tecrîd û îşkence li girtiyan tên kirin. 10 deqe mafê hevdîtina telefonê heye, ew jî her tim tê birîn. Herî dawî di axaftinê de sê caran hat birîn. Ez van qebûl nakim. Ez li pişt hemû zarokên xwe me. Sûc nekirine, kes nekuştine, dizî nekirine.  Tenê ji bo jiyaneke baş daxwaz kirine. Beramberê vê jî hatine girtin.”
 
‘Divê qanûnan pêk bînin’
 
Mîrzeydîn di dawiya axaftina xwe de got di pêvajoya dawî de pêkanîna şewitandina înfazan xistine dewrê û  wiha dawî lê anî: “Ev îşkence ye. Girtî ji bo bidawîbûna binpêkirinan û rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan di grevê de ne. Mafên ku qanûnên Tirkiyeyê didin di bin lingan de ye. Girtî ji bo vê ketin grevê. Ev demek dirêj e bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Divê Tirkiye demildest qanûnên xwe pêk bîne.”