ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:01 8 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Helbestkar Leyla Yarar (Mazîçînê) a li dijî zextên li ser zimanê kurdî her bi kurdî nivîsand da zanîn a wê xweşik dike têkoşîna wê ya ji bo wêjeyê ye û wiha got:"Ez ji nivîsandina bi zimanê xwe hez dikim. Ez ê tim xizmetê ji zimanê kurdî re bikim." DÎMEN HEYE
 
*Şîrîn Tatli ya ku jiyana wê tim bi astengî û zehmetiyan derbas bûye, dibêje: “Kengî ez xemgîn bibim stranan dibêjim. Ez êşa xwe jî û kêfxweşiya xwe jî bi stranan tînim ziman.”DÎMEN HEYE  
 
*224 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne. Bi grevê re îşkence û şîdeta li hemberî girtiyan zêde dibin. Bi taybetî jî Girtîgeha Xarpêtê bi îhlalkirina mafên girtiyan tê rojevê. Kadîr Kevser ê ku girtî bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku rewşa wan di xeterê de ye û got: "Îşkenceya li vir xelas nabin û em dixwazin dengê me bighije çapemenî û dezgehên mafên mirovan.” 
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Bajaran da zanîn ku tecrîda ku bûye navê rejîma şerê ku hemû çavkaniyên civakê tune dike divê bê rakirin û wiha got: “Hinek li pişt deriyên girtî bi lîstikên qirêj hewl didin partiya me bigirin lê em jin fikriyata jiyenek nû dihûnin. Zehmete ku me ji vê fikriyatê qût bikin. Ji ber ku koka vê xwe dispêre têkoşîneke jinan ya bi hezaran salan tê dayînê.” BI DÎMEN 
 
*Jinên Elewî bal kişandin ser polîtîkayên newekheviyê û gotin: “Li welat hîna kesên ku naxwazin bêjin em Elewî ne hene. Em dixwazin bi ziman, ol, nîjad, reng, çerm û her tiştê xwe bên qebûlkirin. Em dixwazin mafên xwe yên welatîbûna wekhev bigirin.” BI DÎMEN 
 
*Mîrzeydîn Çîçek da zanîn ku keça wî Mizgîn Çîçek a li Girtîgeha Şakranê girtiye, bi hinceta ku derbasî ‘qawişa serbixweya’ nebûye ji mafê berdana bi kontrol fêde negirtiye û got ev rewş nayê qebûlkirin, hewce bike wê biçe DMME’ê.
 BI DÎMEN