Mêrê êrişa zayendî li zarokekê kir hat girtin
- 17:29 7 Tîrmeh 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê mêrê bi navê R.K êrişa zayendî li zarokek 4 salî kir. Welatiyên bûne şahidê bûyerê li R.K darp xistin. R.K piştî hat binçavkirin hate girtin.
Mêrê bi navê R.K di kolanek Mêrdînê êrişa zayendî li ser zarokek 4 salî dike. Welatiyên bûne şahidê bûyerê R.K girtin û zarok xilas kirin. Piştî welatiyan mudaxele kir gilî polîsan kirin. Polîsên hatine cihê bûyerê R.K xistin bin çavan û li Emniyet û Serdozgeriyê îfadeya wî hate girtin. R.K bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê hate kirin.
Şandeya dadgehê bi sûcê “Îstismarkirina Zayendî ya Zarok” hate girtin û şandin girtîgehê.