Nobeda 'Edaletê' di roja 121'ê de ye: 3 sal in çima doz venabe?

  • 12:34 7 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Di roja 121'ê ya Nobeda 'Edaletê' de rêveberên Partiya Siberojê ji bo piştgirî û piştevaniyê çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar. 
 
Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Çalakiya wan di roja 121'ê de didome. Di saetên serê sibehê de dowizên "Ji bo her kesî edalet","Dayikek 121 roj in nobeda edaletê didomîne","2 kurê wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin,"Ji ber di nava vê komkujiyê de parlamenter heye loma ev 3 sal in doz venabe" danîn erdê. Di roja 121'ê ya Nobeda 'Edaletê' de rêveberên Partiya Siberojê ji bo piştgirî û piştevaniyê çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar. 
 
Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbatê dewam dikin. Cîgirên Serokatiya Partiya Siberojê Gani Torun û Serkan Ozcan çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar. 
 
'Dewleta zaliman'
 
Emineya neheqiyên di 3 salên dawî de li wan hatiye kirin bi hatina xwarê ya hesirên xwe wiha anî ziman:"Em kengî bixwazin têkevin avahiya edliyeyê me dikin bin çavan. Dozgerê 8'emîn ê wê li doza me binêre do diyar bû. Li nexweşxaneyê komkujî hat kirin û dîmen jê birin û dîwarên nexweşxaneyê boyax kirin. Alîkariya me bikin. Lawê min di girtîgehê de ye. 37 sal ceza girt. Ev 3 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. 150 sal ji bo lawê min xwestin. Ez dixwazim kurê min serbest berdin. Adil û Celalê min ji min girtin. Ev dewleteke çawa ye?Dewleta zaliman." 
 
'Çima 3 sal in doz venabe?'
 
Ferît ê ji êrişan sax filitî wiha got:"Em bi piştevaniyê li ser piya ne. Ev 121 roj in. Dayika min bi ser 65 salî ye lê li vir bi şev û roj digirî. Diya min ji ber edaletê dixwaze tê binçavkirin. Hîn têkildarî dozê biryara nepeniyê heye. Çima 3 sal in doz venabe?"
 
Cîgirên Serokatiya Partiya Siberojê Gani Torun û Serkan Ozcan jî dan zanîn ew ê piştigiriya ji bo vê serhildana bi rûmet bidomînin.